Nehiştin parêzer bi yên li Geverê hatibûn destgîrkirin re hevdîtina pêk bînin

Piştî ku di dema derbasbûna wesayîtên leşkerî ya li navçeya Gever a Colemêrgê de teqînek pêk hat, parêzerên ÎHD û OHD’yî ku dixwestin bi şiwanên hatibûn destgîrkirin re hevdîtinê pêk bînin hatin astengkirin.

Piştî ku li Geverê di saetên nîvro de di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya personelên leşkerî veduhast de teqînek pêkhat, gelek kes hatin destgîrkirin. Miduriyeta Jandarma ya navçeya Geverê destûr neda parêzeran ku bi yên hatinî destgîrkirin re hevdîtinê bikin.

Her du Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) û Saziya Huqûqzanan ya ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî astengkirina Parêzerên xwe daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Roja 27’ê Tîrmehê şiwanên ji gundê Yekmalê ya girêdayî navçeya Geverê Levent Dere û Harûn Ortaş ji aliyê leşkeran we hatine destgîrkirin. Qedexeya hevdîtinê dane hevalên me yên parêzer ku xwestine bi wan şiwanan re hedîtinê pêkbînin. Tevî ku di doza lêpirsînê de heya niha ti biryarek ya qedexeya hevdîtinê yan jî astengî ji bo hevdîtina parêzer nîne, lê destûr nedan ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de têkildarê nîqaşên ku di Fermandariya Jandarma ya Bajêr derketî de ev hat gotin; “Di bersiva daxwaza parêzeran ya ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe de, fermandeyê jandarma Geverê gotiye ’14 birîndarên me hene, me tengav nekin, em bixwazin dikarin yekser biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re bidin girtin’. Ev rewşe nîşan dide bê ka pêvajoya binçavkirinê çiqasê kêyfî tê rêvebirin. Em hê jî ji rewşa ewlehiya canî ya her du welatiyên xwe ku li Fermandariya Jandarma ya Geverê tên girtin bi fikarin û bi raya giştî re jî parvedikin ku me ev fikara xwe bi reşnivîsekê li Fermandariya Jandarma ya Navçeyê tomar kiriye. Em bi girîng dizanin careke din bibîr bixin ku berpirsiyariyên qanûnî yên kesên di bin çavan de ne di bin ewlehiya dewletê de ye.”

Ji aliyê din ve di saetên sibehê ji şiwanên bi navê Azad Geçîrgen û Fûat Oyman yên ji gundê Pagê yê Çelê îfade hatiye girtin, piştî ku li Fermandariya Jandarma ya Geverê îfade dane serbest hatine berdan.