Nefta xelkê Başûr ji dewleta Tirk re tê firotin

Xelkê Başûr li gel nebûna neft û gazê, her wiha ji ber bihabûna jiyanê birçî û xizan e. Hewlêrî dibêjin, li her dera welêt neft heye, lê tevî vê yekê jî gel birçî hatiye hiştin.

Şêniyên Hewlêrê ragihandin ku krîzên heyî yên li herêmê bandoreke pir mezin li xelkê hejar kiriye û bazar pir biha bûye. Her wiha diyar kirin ku neft û gazê nikarin peyda bikin.

'BAZAR PIR BIHA YE'

Tehsîn Omer anî ziman ku her çi krîz û siyaseta herêmê bandorê rast e rast li bazarê dike û got: “Krîzên mezin ên li herêmê herî zêde bandor li bazarê kiriye. Ji ber bilindbûna dolar bazar jî biha dibe. Daxwaza me ji hikûmetê ew e ku çavdêriya bazarê bike. Nedayîna mûçe û paşxistina wê jî bandor li bazarê dike. Mûçe bê dayîn wê hinekî rewş bê guhertin."

'NEFT, GAZA XWEZAYÎ Û BENZÎN PIR BIHA YE; GEL HEJAR E'

Omer bal kişand ser nebûna neft û gazê jî û wiha domand: “Neft, gaza xwezayî, benzîn giran e, hikûmet çareseriyeke ji bo vê peyda bike baş e. Gel pir hejar bûye.”

'SÊ ÇAR SALE MIN NEFT NEGIRTÎ'

Welatiyê bi temen Xidir Husên Hemze jî qala hejarî û bihabûna bazarê kir û got: "Rewşa bazarê pir xirab e, gel hejar e. Di her warî de jiyan aloz bûye. Elektirîk ne baş e, neft nîne. Sê çar sal em in neft negirtiye. Birmîlek neft 185 hezarî min kiriye."

'HIKÛMETÊ ÇAV BERDAYE NANÊ CIVAKÊ'

Husên Qadir jî qala çavberdana hikûmetê ya li karê mirovan kir û got: "Heta tu bêje rewşa niha ya bazarê xirab e. Desthilat nahêle dahetek bikeve destê gel. Ew nebin şirîk tu nikarî qet karek bikî. Her karê xêrek têde be, divê ew şirîk bin."

'BACÊ JI GEL DIGIRIN Û NEFTÊ NADIN GEL'

Qadir anî ziman ku bi navên cuda bacek zêde ji gel digire û wiha domand: "Bacek zêde ji gel digirin. Ji gel nagerin ku xêrek ji karê dike bigire. Di bin navên cuda de baceke zêde jê digirin. Welatê me hemû nefte. Heta niha nekarîne rêkûpêk neftê li ser gel belav bike.."