‘Nebûna bername û projeya nîştîmaniyê Iraq xistiye vê rewşê’

Çavdêrê siyasî Felah Salih got: “Ti bername û projeyên nîştîmanî yên berpirsên siyasî û rêxistinên Iraqê ji bo Iraqê nîne. Ji ber wê niha li Iraqê reweşek bi aloz heye.”

Li Iraqê ji Cotmeha 2019’an ve çalakiyên protestoyê tê lidarxistin. Çalakger dixwazin dawî li diziyê were û li welat reform were kirin.

Têkildarî rewşa niha ya Iraqê çavdêrê siyasî Felah Selah ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Ew tiştên ku li Iraqê rû didin encamên hinek pirsgirêkên siyasî yên di navbera pêkhate û neteweya Iraqê ye. Yek ji wan pirsgirêkên ku di navbera pêkhateyên Iraqê de baweriye. Ev pirsgirêk bi ti awayî nekarîn çareser bikin. Hebûna reqabeta navnetewî ya dinavbera Emerîka, Îran û Tirkiyê ya li herêmê, bi taybetî hebûna berjewindiyên wan ya li Iraqê wisan kiriye ku Iraq rihetî ji xwe nebîne.”

‘NEBÛNA BERNAME Û PROJEYÊN NÎŞTÎMANÎ SEDEMA VÊ REWŞÊ YE’

Selah bi domdarî got; “Ew tiştên ku li Iraqê çêdibin di encama pirsgirêkên siyasî yên welat ên ku piştî Iraqa nû ya salên 1921’ê ne. Serokên siyasî yên Iraqê ji bo welat ne bûn xwedî ti plan û projeyên nîştîmanî. Em dibînîn ku her aliyek berjewendiyên xwe hebû lê ji bo welat tiştek nekirin. Mînak; Şîayên Iraqê girêdayî berjewendiyên Îranê ne ku Sunî jî girêdayî welatên Kendava Ereb û Tirkiyêne. Kurd jî xeyalên serbixwe hene, ev hemû sedem in ji bo çêkirina pirsgirêkên dadperweriya civakî û nebûna xizmetguzarî.”

‘NIHA ÎHTÎMAL HEYE KU IRAQ BER Bİ PARÇEBÛNÊ VE BIÇE’

Felah Selah têkildarî rewşa niha ya Iraqê jî got; “Ji aliyê komek partiyên siyasî ve kontrolkirina desthilata Iraqê, nikare armanc û daxwazên gelê Iraqê pêkbînin û nikarin di welat de bi dadperwerane rêve bibin. Nifşê nû yê Iraqê vê ji desthiledariyê re qebûl nakin, niha rewşa Iraqê ber bi parçebûnê ve diçe û dibe ku bibe qada reqabeta navbera Îran û Emerîkayê. Eger berpirsên siyasî yên li Iraqê ji bo berjewendiyên giştî yên gelê Iraqê li ser hinek xalan li hev nekin wê rewş xirabtir bibe.”