'Ne tenê dijmin, siya dijmin jî pêwîste li ser vê axê nemîne'

Ji fermandarên YRK’ê Amed Serhed salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Çawa Fermandarê Mezin hevrê Reşîd got; ‘Ne tenê dijmin, siya dijmin jî pêwîste li ser vê axê nemîne’ em ê bi vê hişmendiyê têbikoşin.”

Yek ji Fermandarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Amed Serhed têkîldarî salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ku di dîroka Kurdan de weke roja vejînê tê pênasekirin, ji ANF’ê re axivî.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ NIRXÊN MEZIN DI TÊKOŞÎNÊ DE AVA KIR

Amed Serhed diyar kir ku ger îro 15’ê Tebaxê weke cejnekî di Kurdistanê de tê pêşwazî kirin, ev bi saya kedê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got, “Îro salvegera pêngava 15’ê Tebaxê ye. 38 sal li du xwe hişt û derbasî 39’emîn saliya xwe dibe. Pêngava 15’ê Tebaxê gelek nirxên mezin di têkoşîna me de daye avakirin. Ev yek bi keda Rêber Apo pêk hat.”

Serhed anî ziman ku îro sedema tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di esasê de dewleta qirker û faşîst tola têkçûna xwe hildide û wiha axivî, “Li Îmraliyê bi tecrîdê re pêk anînek dijmirovî, dervî qanûn û pîvanên navnetewî tê pêk anîn. Bi awayek hovane êrîşê Rêbertiyê me dikin. Lê Rêbertî bi helwest û berxwedaniya xwe tevahî êrîş vala derxistiye. Bêguman Rêbertî bi sala ne li ser girîngî û armanca pêngava 15’ê Tebaxê gelek mijar anî ser ziman û gelek dahûrandin û şîroveyên bi nirx kir.”

HEVAL EGÎD SEMBOLA LEHENGÎ Û QEHREMANIYÊ YE

Amed Serhed da zanîn ku pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Fermandarê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) hatiye avêtin û ev tişt got, “Heval Egîd di pêngava 15’ê Tebaxê de rolek mezin û sereke lîst. Îro jî, ji bo gelê Kurd û şervanên azadiyê nimûneyeke mezin e. Rêber Apo ji bo Heval Egîd wiha gotibû ‘Hevrê Egîd bi hemû hebûna xwe ve tevlî me bû û bi hemû hebûna xwe ve ev kar da meşandin.’ Îro di rêça fermandartiya heval Egîd de gelek fermandar xwe ava bûn. Gelek şervan û fermandar li ser xeta berxwedaniyê û nirxên azadiyê yên ku bi keda Rêbertî û fermandar Egîd de derketiye holê, kesayetên xwe avakirin û xwe li Kurdistanê birêxistin kirin. Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê ji hela gelê me û gerîlayên azadiyê weke cejnekî bi nirx û pîroz tê dîtin. Ji ber heval Egîd sembola lehengî û qehremaniyê ye, li Kurdistanê bi hezaran navê zarokên xwe kirine Egîd.”

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ LI DIJÎ QIRKIRIN Û ZILMA DESTHILATDARÎ SERÎ RAKIRIN E

Fermandarê YRK’ê Amed Serhed destnîşan kir ku pêngava 15’ê Tebaxê li dijî qirkirin û zilma desthilatdariyê serî rakirin bû û wiha dewam kir, “Zilm, êrîş û pêk anînên hovane li dijî gelê Kurd pêk dihatin. Di wan salan de nirxên gelê Kurd dihate binpêkirin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re, bi pêşengtiya fermandar Egîd re di Kurdistanê de ruhekî nû hate avakirin. Ew bû sedem ku gelê Kurd ji nû de bikaribe xwe zindî bike. Ger hêj dijmin bi hemû hêza xwe êrîş dike û tecrîdekî giran li ser Rêbertiya me dide meşandin, sedema xwe ji ber êdî gelê Kurd xwe nas kiriye. Dijmin careke din dixwaze ew hêz û yekîtiya ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye avakirin tune bike. Dixwazin gelê Kurd weke salên berê bikin kole. Lê divê dijminê hov vê rastiyê zanibe êdî; Di Kurdistanê de şervanên azadiyê bi ruhê fermandar Egîd, bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin kirine.”

AZADÎ BÊYÎ BERDÊL NABE

Serhed diyar kir ku ji bo nirxên têkoşîn û berxwedanê bên parastin gelek lehengên mezin di oxira vê rêyê de canê xwe feda kirine û got ku azadî bêy berdêl nabe û wiha pêde çû, “Di şexsê fermandarê mezin heval Egîd de, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê fermandar Simko Serhildan, Leşker, Hewram, Rênas Roj û bi hezaran fermandar hatin avakirin. Li ser xeta fermandariya hevrê Egîd de şer kirin. Dîsa di parçeyên din ê Kurdistanê de jî bi vî rengî gelek fermandarên mezin derketin. Bi pêşengtiya hevrê Egîd, di 15'ê Tebaxê de pêngaveke pir mezin hat avêtin. Di wê pêngavê de gelê Kurd ji nû ve xwe nas kir û ji nû ve bû xwedan îrade, bû xwedan siyaset, xwedan hişmendî. Di şexsê Fermandar Egîd de em tevahî fermandarên efsanewî, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Di Kurdistanê de bi ruhê 15'ê Tebaxê careke din ber bi serkeftinê ve em gav davêjin. Heta azadiya Rêber Apo û welatekî azad em ê li dijî dagirkerî û barbarên hov li ber xwe bidin. Çawa Fermandarê Mezin hevrê Reşîd got; ‘Ne tenê dijmin, siya dijmin jî pêwîste li ser vê axê nemîne’ em ê bi vê hişmendiyê têbikoşin.”

Amed Serhed di dawiyê de anî ziman ku şervanên azadiyê xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avakiriye û got ku gelê Kurd û şervanên azadiyê wê koletiya li ser wan tê ferzkirin qebûl nekin."