'Ne şoreşgerên Kurd dewletên dagirker ên Kurdistanê terorîstin'

Rewşenbîr û nivîskarên bajarê Kerkûkê piştgiriya xwe ya ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ragihandin.

Rewşenbîr û nivîskarên bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin û dibêjin, “Wijdana 50 milyon Kurd piştewaniya kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dike û terorîst ew dewletên ku gundên Kurdistaniyan şewitandin û gelê wê qetlîam kir.”

JI BER DAGIRKERIYÊ KURD NEÇAR MAYE XEBATÊ ÇEKDARÎ BIKE

Nivîskar û Helbestvanê Kerkûkî Reşîd Ehmed têkildarê kirêtkirina navê şoreş û xebata rewa ya gelê Kurd ji aliyê dewletên hegemon û dagirkerên Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û got, “Di pêvajoya 500 salên bihorî de ku Kurdistan li ser du dewletên Sefewî û Osmanî hat dabeşkirin û piştre jî kirin çar perçe, bi domdarî welatên dagirker ên Kurdistanê di nava hewldana tunekirina Kurd li ser xaka wê kir û gelê Kurd neçarî xebatê çekdarî hatiye hiştin. Her tim jî ji bo derb li rewabûna xebatên gelê Kurd bidin, dijminên wê navek li xebatên Kurdan daniye. Weke mînak li Başûrê Kurdistanê rejîma Baas ji şoreşgerên Kurd re digot ‘têkder’, li Bakurê Kurdistanê jî Tirkiye ji wan re dibêje ‘terorîst’ û li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê ji wan re dibêje ‘Ji dîn derketeî’; ew hemû etîketane ji bo kirêt nîşandayin û derbkirina proseya bi dest xistina mafên rewa yên Kurdan e.”

TERORÎST EW DEWLETÊN KU GUNDÊN KURDISTANIYAN ŞEWITANDIN Û GELÊ WÊ QETIL KIRIN

Ehmed di berdewamê de behsa terora dewletê ya dijî gelê Kurd birêve dibe kir û wiha axaftina xwe domand, “Ti hêzek ji wan hêzên ku li çar beşên Kurdistanê ji bo gelê xwe xebat kirine terorîst nînin, bi taybetî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Ji ber ku êrişî ti kesî nekiriye, yê terorîst ew dewlet in ku gundên Kurdistanê û daristanên wê dişewitînin û zarokên gelê wê li ber çavê xizmên wê li sêdare dide.”

Nivîskar û Helbestvan Reşîd Ehmed bal kişande ser piştevanîkirina li kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û wiha pêde çû, “Ez wek rewşenbîrek Kurd piştevaniya xwe ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dubare dikim û berjewendiyên siyasî û aborî yên welatên hegemon kiriye ku navê xebata rewa ya gelê Kurd biçe nav lîsta terorê ya ji bo parastina berjewendiyên xwe. Pêwîste PKK ji lîsteya terorê bê derxistin da ku dengê rasteqîn ê gelê Kurd weke xwe bigihîje ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa.”

‘LI GORÎ PEYMANA NETEWYÊN YEKBÛYÎ MAFÊ ME YE’

Ehmed her wiha daxwaz kir ku pîvanê mafê mirovan ji bo gelê Kurd bê pêkanîn û ragihand, “Em Kurd daxwaz dikin ku pîvana mafê mirovan ji bo me were pêkanîn, li gorî peymana Netewyên Yekbûyî ku mafê hemû neteweyan heye di çarçoveya sînorekî siyasî de bijîn.”

‘PÊWÎSTE GUH LI DENGÊ PKK’Ê BÊ GIRTIN’

Di dawiyê de rewşenbîr û nivîskar Reşîd Ehmed ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ev tişt anî ziman, “Pêwîste navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin, ji ber ku derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê karekî rewa ye û pêwîste guh li dengê PKK’ê bê girtin, ji ber ku nûnertiya beşekî mezin yê Kurdan dike. Xistina PKK’ê nav lîsteya terorê şaşitiyeke ku pêwîste were sererastkirin.”

‘DIJMIN BI FERASETA SIYASÎ YA NE DADPERWER ŞOREŞÊN KURDAN DORPÊÇ DIKIN’

Nivîskar û rewşenbîrekî din ê bajarê Kerkûkê Tariq Karêzî ku pirtûkxaneyekî xwebexş ya bi navê Karêz avakiriye têkildarê mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Xebata ku Kurd dike li gorî hemû pîvanan, xebatekî mirovî ye. Ji ber ku Kurd ji bo mirovatiyê dixebite. Ji ber çi ev xebate nayê qebûlkirin, ji ber ku ne li gorî berjewendiyên welatên hegemon û welatên herêmî ye, lewma ji aliyê wan welatên hegemon ve bi ferasetekî siyasî yê ne dadperwer hêz, şoreş û tevgerên gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê dorpêç dikin. Her çar dewletên dagirker ên Kurdistanê ne dostê Kurdan in û Kurd neçarî hevsengiyeke pir aloz kirine. Ji ber wê pêwîste bi şêwazekê bi gotineke yekgirtî li ser bingehê berjewendiya Kurd di navbera hêzên siyasî yê her çar beşê Kurdistanê çêbibe. Di nava Kurdan de belavbûnek heye ku ew jî di berjewendî û kara welatên dagirker de dibe. Herî kêm nabe ku hêzên Kurdî dijberî û şerê hevûdu bikin.”

‘XEBATA GELÊ KURD KAREK PIR ZEHMET E’

Karêzî di beşek din a axaftinê xwe de diyar kir ku siyasetkirin di mijara xebata gelê Kurd karek pir zehmet e û ragihand, “Pêwîste hêz û pêşengên siyasî bi mantiqekî bilin li gorî berjewendiyên netewî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd bixebitin.”

‘DEWLETA TIRK LI DIJÎ HEMÛ KURDAN ŞER DIKE’

Têkildarê dijbertiya dewleta Tirk ya li ser hemû beşê Kurdistanê Tariq Karêzî nêrîna xwe wiha anî ziman, “Dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan li her 3 beşên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê şer dike û êrişî Kurdan dike.” Karêzî her wiha da zanîn ku ji ber lewazbûyîna dewletên Iraq û Sûriye kiriye ku dewleta Tirk ne tenê Kurdên Bakurê Kurdistanê biçewisîne, belku êrişî Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bike.

‘DEWLETA DAGIRKER E KU LI DIJÎ KURDAN TERORÊ PÊK TÎNE’

Nivîskar û Rewşenbîr Karêzî bal kişande ser kiryarên dewletên dagirker ên li ser Kurdan û wiha pêde çû, “Kurd ti carî terorîst nebûye, em neteweyekî azadîxwazin ku li ser xaka xwe daxwaza maf û azadiyê dikin û me êrişî gelê sivîl nekiriye, belku dewleta dagirker e ku li dijî Kurdan terorê pêk tîne. Hemû hêzên Kurdistanî daxwaza azadî û mafê mirov dikin ku ev jî mafeke ku di asta navnetewî de hatiye pejirandin.”

‘WIJDANA 50 MILYON KURD PIŞTEVANIYA KAMPANYA DERXISTINA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ DIKE’

Karêzî piştewaniya xwe ya ji bo kampanyayê ragihand û di vê derbarê de ev nirxandin kir, “Bêyî du dilî ez û 50 milyon Kurd piştevaniya kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dikin. Wijdana 50 milyon Kurd e û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê dibêjin erê. Bi rastî PKK xwedî armanceke mezin e ku ji bo mafê milyonan Kurd têdikoşe, ku ev jî xebatekî mirovatî yê pir rewa ye.

Li gorî peymana siyasî ya ji bo parastina bernewendiyên hêzên hegemonîk, navê mezintirîn hêza şoreşgerî a Bakurê Kurdistanê bi darê zorê û bi naheqî xistine lîsteya terorê. Di kîjan çandê de heye ku hêzek daxwaza azadî û serbixweyî ya gelekî bindest bike, dibe terorîst? Lê yê li dijî wî mafî derbikev terorîst e.”

‘EV E BÊ EDALETÎ Û ZILM E DERHEQÊ XEBATA REWA YA 50 MILYON MIROVÎ’

Rewşenbîr û nivîskar Tariq Karêzî di dawiyê de behsa girîngiya derketina PKK’ê ji lîsteya terorê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Hem wek erdnîgarî û her wiha wek demografiya, derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya terorê wê komdengiyek ji bo piştevaniya Kurd zêdetir bibe. Bi taybetî ku PKK yek ji wan hêzên siyasî ye ku di asta Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê de rêxistina xwe ya pir berfireh heye û li ser hevsengiyên siyasî xwedî bandoreke zêde ye. Hêvî dikin ku wijdana navnetewî hişyar bibe û ti hêzekî siyasî yê Kurd û Kurdistanî nexe lîsteya terorê. Ji ber ku bi rastî eve bê edaletî û zilme derheqê xebata rewa ya 50 milyon mirovî tê kirin.”