Navenda Ragihandinê ya HPG: Dewleta Tirk bi derewan ser têkçûna xwe dinixumîne

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir dewleta Tirk ku ji balafirên şer, heta bi çekên kimyewî her cure rêbazan bi kar tîne, ji bo têkçûna xwe ya li bara gerîla bixumîne, her cure rêbaza şer sazkar kiriye.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Serdar Yetktaş diyar kir li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ev 5 meh in berxwedaniyeke dastanî tê kirin .Yektaş diyar kir dagirkerên ku li bara hêzên gerîla bêgav dimînin her cure rêbaza şerê taybet dikin û bi vê hewl didin ku ser têkçûna xwe bigirin.

Berdevk Yektaş ê ku gotî, ''Ne tenê têkilî windahiyên me, derheqê windahiyên xwe çi dibêjin. Ti windahiyên xwe rast nabêjin'', bersiv da pirsên ajansa me.

Ji 23'yê Nîsanê û wir ve operasyoneke dagirker li ser Qadên Parastinê yên Medyayê heye. Hûn bîlançoya mehane didin, hûn dikarin behsa rewşa dawî bikin?

Pêvajoyeke şer heye ku piştî 5 rojan meha pêncan diqede û dikeve meha 6'an û ev nîv sal bi şerekî giran derbas bû. Pêşî divê mirov navê wê rast deyne. Ji ber ku medyaya şerê taybet a dewleta Tirk propagandayeke wiha dike mirov dibêje qey operasyoneke normal û jirêzê ye, carê jî wek ku gerîla 'êrîşên tacîzkirinê' tîne û hew. Lê rastî qey ne wa ye. Jixwe rojane û mehane em encamê şer aşker e dikin, ji ber vê, ez ê dubare nekim. Lê çawa dibe dewleta Tirk ku qubedetiyê li dewletan dike, di nav mehekê de li Karabagê encam standî ev 5 meh in li Avaşîn, Metîna û Zapê asê maye? Niha hevalên me ji Bakurê Kurdistanê heta bi Qadên Parastinê yên Medyayê li her deverê taktîkên gerîlayê serdema nû hemûyan bi hostatî bi kar tîne û her roj windahiyên artêşa Tirk çêdibin. Di serî de Werxelê û Qadên Berxwedanê yên Girê Sor ku bi rastî jî dastaneke mezin a lehengiyê nivîsîne, ji Heftanînê heta bi Xakurkê li her deverê tevgereke zêde ya gerîal heye. Dewleta Tirk dema ku ti encamê bi dest ve natîne çekên kimyewî yên qedexe davêje. Ev careke dî nîşan dide ku artêşa Tirk bi qasî serê derizyê jî ji mirovahiyê para xwe negirtiye û her wiha nîşan dide ku artêşa netewdewletê ya bi pergal, hêzên Gladîo yên li pişt û teknîka şer a ku dane dest li bara Gerîlayên Modernîteya Demokratîik ti encamê nastîne.

Ji Werxelê û Girê Sor re hûn ''qadên berxwedanê'' dibêjin. Bi vê mebesta we çiye?

Li Werxelê û Girê Sor mewzî û tûnelên şer zêdetir derketin pêş. Her çendî beriya niha tecrûbeya gerîla hebû jî taktîka mewziyên şer û tûneêlan bi Berxwedana Garê ya Sibata 2021'an weke taktîkeke gerîla pratîk bû. Lê niha li her devera Bakurê Kurdistanê û li Qadên Parastinê yên Medyayê, şêwaza taktîka sereke ya gerîla tîmên profesyonel ên gerîla yên mobîl in. Piraniya çalakiyên ku têne kirin ji hêla tîmên profesyonel ên mobîl ên gerîla ve têne kirin. Berxwedana li tûnel û mewziyan û çalakiya tîmên profesyonel ên mobîl ên gerîla hev temam dikin û wê qadê dikin 'qada berxwedanê'. Ji ber hindê me bi rengê qadên berxwedanê bi nav kirin. Ên ku hay ji berê û rastiya şer nînin dibe ku zêde nikarin maneyekê bidinê lê em dibînin ku dewleta Tirk li gel ku hemû hêz û derfetên xwe seferber dike jî ev 5 meh in nikare gerîla derxîne, berevajî dê de asê bûye û windahiyan dide. Helbet, hevalên me bi vî vîneke mezin Apoyî, biryararî ,sebr û îdîaya serkeftinê ya teqez datînin holê û şer dikin. Di rewşeke wiha de ku derfet û teknîka şer ji bo du aliyan bêrêje ye, hevalên me tenê bi baweriya Apoyî, bi rihê ku vê ava kirî, bi hezkirina li gel û welêt heq ji hemû zor û zehmetiyan derdikevin. Îro careke di ispat bûye ku gotina ,''teknîka herî mezin mirov e'' ya Rêber Apo îro careke dî hatiye ispatkirin. Helbet ev bi berdêlan dibin, zarên herî bijarte yên gelê me, hevrêyên me şehîd dibin û vê encamê tînin. Herî dawî li Girê Sor di demên cuda de 6 hevrêyên me bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk şehîd Bûn.

Berevaniyê ku wezareta şerê taybet ê Tirk e û Wezareta Navxwe tim daxuyaniyan didin û windahiyên gerîla didin. Ev çi qasî rast e?

Ev du wezaret û du endamên şerê taybet ên li ser van wezaretan, hemû nirxên Tirkiyê dixin ber bazarê, li ser vê siyasetê dikin, ev rêveberê vî aqilî ne. Ji ber ku şerê dijî me jî bi vî aqilî dikin, weke pêşbaziya zêdekirinê be, daxuyaniya têkilî windahiyên me, wezareta dî zêdetir dike. Li ser kuştina Kurdan prîmê dikin, bi ispatkirina ku çendî celadê Kurdan in hewl didin ku li desthilatê bimînin. Dema ku yek derewan dike yê dî bi dereweke mezintir dixwaze pêşiya yê dî bigire. Lê dema ku vê dikin dikevin nav paradokseke mezin. Ji aliyekî ve dibêjin gerîla qediyaye, herî dawîi duh wezîrê şerê taybet Hulîs Akar dibêje, wan 19 hezar gerîla şehîd kirine, hatine ber xilasbûnê. Lê li aliyê dî dibêjin PKK çendî mezin e, artêşa bi deh hezaran kes ava kirine, ji bo dewleta Tirk mijara manûnemanê ye.  Helbet, kesê li ser Wezareta Navxwe jî ji bo ku jê bi paş ve nemîne li pey hev derewan dike. Lê dev ji raya giştî ya demokratîk biqerin, êdî girseya wan jî nema ji wan bawer dike. Jêhatîbûna van a di derewan de tê zanîn lê dikin û nakin nikarin bikin ku civak bi derewên dijberî hev bidin bawerkirin. Ketina nav heftûheştekê.

Mînakeke pir berbiçav û rojane bidim: Hevrêyên em Bawer Erût (Mehme Emîn Ekîncî û Ronî Dêrik (Muhammet Şefîr Ibrahîm) 24'ê Hezîrana 2021'an bi bombebaranê şehîd bûne.  Piştî ku me agahiyên nasnameyê yên hevalên xwe zelal kirin û dosyayên wan temam kir, 8'ê Tebaxa 2021'an me bi daxuyaniyekê bi gelê xwe re par ve kir.  Malbatên wan konê sersaxiyê dayîn û gelê me şehîd bi bîr anî. Lê medyaya şerê taybet a Tirk 13'ê Îlona 2021'an weke ku şehîdbûna hevrêyê me Bawer nû be, da û bi rengê, ''operasyona serkeftî ya MÎT û TSK'ê'' da. Li ber çavê her kesî derewan dikin. Ji bo ku her kes nikare wiha tim geşedanan bişopîne, dema ku nûçeyeke wiha bibîne, dibe ku bibêje, 'gelo rast e?''. Lê divê were gotin, piraniya nûçeyên ku dibêjin ''operasyona hevpar a MÎT û TSK'ê'' piranî derew in. Ya balkêş; medyaya bi kontrala PDK jî, weke parçeyek ji medyaya şerê taybet ê Tirk tevdigere, çavê xwe li rastiyan digire û ev nûçeyan weke ku rastiyek be, li ber gelê Kurd datîne.

Her wiha Hulîs Akar got li Garê 7 gerîlayên bi asta bilind şehîd bûne û li gorî xwe bi gotina ev gerila ji kûderê berpirs in, xwedê giravî derewke zêdetir pêbawe gotiye. Me li rewaşa hevalên me yên li wê qadê pirsî û em hîn bûn ku 2 hevalên me di bombebaranê de bi sivikî birîndar bûne. Ango weke ku van gotî, ti şehadeta me çênebûye.

Ne tenê têkilî windahiyê me, têkilî windahiyê me jî derewan dikin. Ti windahiyên xwe rast nadin.  Dema ku mecbûr dimînin, çend lin leşkerên xwe bi rengekî fihêkarbibin, navê wan, dîroka wan û li kûderê mirine bêyî ku vê bibêjin ,didin. Herî dawî li Zapê leşkerek xwest ku teslîmî gerîla bibe. Pişte wan ew lê raşand, hevalên me nekarîn ku xilas bikin. Ma nav, nasname û belgeyên wî bi raya giştî re par ve kir. Bavê vî leşkerî diyar kir zarokê wî hatiye xerckirin, çi jiyaye. Derheqê vî leşkerî yê bi navê Sezaî Gungor ti tişt negotin.  Divê were zanîn ev hişmendiya faşîzan ku li Garê li gel hevrêyên me hêsîrên xwe jî bi çekên kimyewî qetil kirin rastiyê nabêje û wê nikaribe bibêje.

Li xelîfanê di demekê de agahî ji 2 komên gerîla qût bûn, bi ihtimaleke mezin ketibin kemîna PDK’ê û şehîd bûbûn, hûn ma bendê ku PDK daxuyaniyek bide, li ser vê mijarê agahiyên nû gihiştibe we hene yan na? PDK li ser vê mijarê daxuyaniyek da yan na?

Di bûyera yekem ya li Xelîfanê de, me ji PDK’ê daxwawza daxuyaniyekê kir, rast e. Di bûyera duyemîn a dişibe wê de ku li ser 7 hevrêyên me êrîşek pêk hat, me ew bi wijdan û teqdîra gelê xwe re hişt. Bêdengiya di vê mijarê de didome. Gotinek wisa heye ku bêdengî wateya kirinê ye, her hal di rewşek wilo de ne. Heta niha ti daxuyaniyek veşartî û vekirî gihiştî me nîne.

Dîsa di serî de li Dînartê hinek bûyerên pêk hatin tê gotin ku hêzên gerîla kirine. Tevî ku we ev yek derwand jî, lê hê jî bi zanabûn hinek bûyer dixwazin bixin stûye we, ev çavakaniya xwe ji çi digire. Bi van rêbazên şerê taybet dixwazin çi bikin?

Bûyerên ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatine kirin û çawa, li kû hatine kirin, rast e rast me jê berpirs didin nîşandan. Ti rastiyeke van gotinan nîne. Ji kiriyarên ku gerîla nekirî, gerîla berpirs nîşandan, dixwazin gerîla bixin nava nîqaşeke wiha û bikişînin vê, em wisa dinirxînin. Bi girtina dor li gerîla, dîsa dorpêçkirin, birîna rêyên ketin-derketina qadên gerîla, kemîn danîn, ketina nava provaksyonên şer, dixwazin bikişînin nava şer. Me berê jî anibû ziman; şereke yek alî dixwazin li ser gerîla bidin ferzkirin. Em dizanin ku ev stratejiya bingehîn a siyaseta dewleta TC a Kurd bi Kurdan bidin şerkirine. Sedemê çêkirina nûçe û bûyerên ku ti rastiya wan nîne ya li ser gerîla bê navber dana sepandin, dixwazin rewakirina şer pêş bixin.