Navenda Parastina Gel Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir

Ji ber berxwedana li dijî êrîşên dagirker, Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel, Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir û got, "Em bawer dikin lehengên Cenga Heftanînê, li ser xeta berxwedanê ya Mazlûm, Egîd û Amarayan tim serketî bin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber berxwedaniya li dijî dagirkeriya Tirk Fermandariya Eyaletê ya Heftanînê pîroz kir.

Payama ku Fermandariyê şandî wiha ye:

''Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger ji bo êrîşa li ser qada Heftanînê ya 16'ê Hezîranê dibêje, ''operasyona herî mezin a salên dawî''. Bi berxwedaniya ku we li dijî vê êrîşê nîşan dayî, ku dijmin dibêje operasyona herî mezin e, we şeqama herî mezin a van salên dawî li dijmin da. Berxwedaniya ku van 5 rojên dawî we nîşan dayî, ya li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a qirker ku bi bikaranîna hemû teknîkên pêşketî yên serdemê dixwazin Heftanînê dagir bikin, bersiva herî mezin û bûye şeqameke karîger.

EM LI HÊVIYA BERDEWAMIYA SERKEFTINÊ NE

Nexasim di roja pêşî de, ya tevgera dagirkirinê, helwesta bi lehengî ya ku hevrê Mazlûm û Egîd li Girê Dûpişka nîşan dayî û şerê li xeta Girê Sîpan bûye berxwedaniyeke girîng. Li gel vê, 19'ê Hezîranê li dijî hewldana dagirkirina Girê Qesrokê, piştî şehîdketina hevrê Amara, ya bi berxwedaniyeke mezin, cezakirina 11 dagirkeran aşkere ye bûye xeleke girîng a şikandina êrîşa dijmin a li ser Girê Qesrokê. Eynî rojê (19'ê Hezîranê) li Girê Şehîd Adar bi giyanê taktîkî yê serdemê re lihevhatî, hem bi sabotajê îmhakirin, hem jî bi çekên ferdî derba li dijmin û li vir cezakirina 11 hêzên dijmin, nîşan daye ku taktîka serdema nû rast were bicihanîn wê çi encamê bi xwe re bîne. Dîsa 19'ê Hezîranê tê fêhmkirina ku li Girê Şehîd Bêrîvan derbeke giran li hêza dijmin a dagirker hatiye xistin. Bi giştî di nav 5 rojan de li gel teknîka zêde ya ku dijmin bi kar tîne, bi windahiyeke kêm, rawestandina tevgera dijmin a dagirkirinê û derbên giran ên ku li dijmin hatine xistin, serkeftineke mezin e. Li dijî vê êrîşa berfireh a dijmin, we hêzên eyaleta Heftanînê, bi giyanê fedayî yê mezin ê Apoyî, li gorî şêwaza şerê gerîlayê modernîteya demokratîk , ji ber encamên serkeftî yên dijî dijmin, em di serî de fermandariya we û hemû hevrêyên ku di van hemû berxwedanan de keda wan heye, hemû hêzên eyaletê pîroz dikin, em diyar dikin, em li hêviyê ne ku di vê berxwedana dîrokî de, ya ku hûn rê ve dibin, serkeftî bin.

Cihekî girîng ê berxwedana qada Heftanînê di dîroka me de heye. Serkeftineke mezin e ku qada Heftanînê, rûpeleke dî ya berxwedan û lehengiyê li rêça berxwedan û lehengiyê ya têkoşîna me zêde bike. Bêguman, şer hê jî didome. Heke di rojên din ên berxwedanê de jî, ji şaşitiyên ku heta niha hatin kirin ders werin derxistin û bi bihistyariyeke zêde, heke di taktîkê de afirandiyeke derkeve holê, ji niha ve diyar dibe ku ev berxwedan wê encameke girîng bi xwe re bîne.

Hevrêyên heja;

Rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP'ê, îro li welatê me guh nade ti yasaya netewî û navnetewî, bêyî ku guh bide nirxên sincî, bi şêwaza herî hov a şer, qirkirinê li ser gelê me ferz dike. Ev rejîma faşîst ku li ser welatê me Kurdistanê û hebûna gelê me û hemû nirxan şerê giştî dike, tundiyeke mezin û terorê li ser Kurdistanê dike, her wiha ji bo gelên herêmê jî bûye talokeyeke mezin. Ev rejîma ku bi dijminatiya li ser gelê me, bi dagirkerî û komkujiyê dixwaze desthilata xwe bidomîne, windahiyên xwe yên li Heftanînê ji raya giştî û gelên Tirkiyê vedişêre û ev tirsa wê nîşan dide. Lê ti hêz heta dawiyê nikare ser ratiyê binixumîne. Sûcên ku vê revdeya faşîst li Kurdistanê kirî, zexta faşîstî yal i ser gelên me û derewên ku li hev anîne rojekê bi mîsogerî wê derkevin holê. Têkoşîna me û têkoşîna gelan bi wê hêzê ye ku vê pêk bîne.

Di dest vê desthilata faşîst de, ku bi çarçoweya diminatiyê ya li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê mîna wampîran xwînê dirijîne, ji bilî wê teknolojiyê ku hezên dereke didinê, ti zîrketî û vîna xwe nîne. Ew, bi teknolojiya berdest ku danê dixwaze encamê bistîne. Ji ber vê, li dijî teknîkê teqez e ku wê gerîlayê serdemê bi ser bikeve, ku bi felsefeya kûr a Rêber Apo teknîka mirov bi asta herî jor geş dike, bi vê çarçoweyê zenginiya taktîk û serweriya teknîk bi profesyonelî bi cih tîne, bi vî rengî teknîka dijmin pûç dike û derbên girna li dijmin dide. Em bawer dikin, hûn hevrêyên hêja bêyî ku bikevin darî çavê xwe û bêyî nêzîkatiyên paşguhkirinê, bi baldarî û putepêdaneke zêde, bi biryardarî û bîreweriyeke mezin, heke berevaniyê li xwe bikin û şêwaza pûçkirina teknîka dijmin geş bikin, li ser xeta berxwedanê ya Mazlûm, Egîd û Amarayên leheng, hûn ê tim serkftî bin, bi vê baweriyê em hemû hevrêyan bi hezkirin û hurmet slav dikin, bi hîsên xwe yên herî jidil serkeftinên herî mezin ji we re dixwazin.''