NAV-DEM’ê serdegirtina polîsên Elman şermezar kir

NAV-DEM’ê serdegirtina polîsan a li ser NCKD şermezar kir, bal kişand ku serdegirtin tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya yê (NAV-DEM), serdegirtina polîsên Elman a li hember Navenda Civaka Kurd a Demokartîk a Hambûrgê (NCKD) şermezar kir.

NAV-DEM a daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “Polîsên Elman ên di saetên sibê de avêtin ser komeleyê û deriyê komelê şikandin, di encama lêgerîna hate kirin de derket holê ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li komeleyê li gel xwe birirne.”

‘BI DAXWAZA DEWLETA TIRK E…’

‘Bi hatina Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Mevlût Cavûşoglû ya serdana ji bo Wezîrê Karê Derve yêElman Sîgmar Gabrîel a Elmanyayê, hat dîtin ku êrîşên dijwar ên dewleta Elman ya li ser daxwaza Erdogan her ku diçe li ser Kurdan zêde dibe. Piştî serdana herdu wezîran û çûna Çawûşolgû ya Antalyayê li Dusseldorfê polîsên Elman êrîşî Kurdan kiribû.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Elman de derketine pêş, ji rêveberiya Berlînê ji bo hê bêhtir li dijî têkoşîna azadiya Kurdan têkoşîn bê kirin, fermana wê hatibû dayîn. Îro jî polîsên Elman avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê û ev ferman bi cih anî.

‘JI PAŞEROJÊ EM BANDOR NEBÛN, NIHA JÎ BANDORIYA XW LI ME NAKE’

Polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên şaş ên hikûmeta Elmanyayê ku berê jî li ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, bandoriya xwe li Kurdistaniyan ne kiriye, saziyên Kurd ji her demê bêhtir xwedî hêze û di pêvajoyekî wiha de ti bandoriya xwe lê nake. Bi vê ve girêdayî em bang li hikûmeta Elmanyaya dikin ku bila saziyên Kurdan nexin mijara bazara xwe ya qirêj a bi Tirkiyeyê re û dev ji van polîtikayên xwe yên şaş berdin.

JI BO GEL BANG

Em bang li gelê Kurdistanê, endamên NCKD’ê û hemû dostên xwe dikin ku li dijî van zextan bi hişyar bin û xwedî li saziyên xwe derbikevin.”