Nasnameya şervanê YPG’ê Ferhat Goyî hate eşkerekirin

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê YPG’ê Ferhat Goyî yê di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de li Racoyê şehîd bibû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê YPG’ê Ferhat Bîlen (Ferhat Goyî) yê di berxwedana Efrîn li navçeya Raco şehîd bibû, eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Berxwedana Serdemê 53 roj ji qehremantî û tekoşînek bê hempa di bajarê Zeytûnan de li pey xwe hişt. Hemû şervan û gel ji bo ku ax, rûmet û çanda xwe ji dagirkeran biparêzin ketin nava serferberiyê. Efrîn bûye qibleya ku ciwanên Kurd û dostên Kurdan ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat berê xwe didin wir, ji bo ku xwedî li pîroztiya axa ku pakrewanan xwe, ji bo wê xwe kirine mertal û bi xwîna xwe avdane, derkevin.

Ferhat Goyî yek ji ciwanên Kurd yên welatparêz yê gelê berxwedêr ji Maxmûrê ye. Wijdana wî êrîşên li ser Efrînê qebûl nekir û ji yekemîn ciwanên ku berê xwe dane Efrînê ye. Bi wê ruhê xwe yê ciwan, fedekar, sekna wî yê di jiyanê de ku ji êşa gelê xwe yê Maxmûrê dîtiye, ji bo ku carek din ev êş li gelê Efrînê neyê dubarekirin, berê xwe da Berxwedana Serdemê ya Efrînê.

Rêheval Ferhad di êrîşên hovane yê dewleta Tirk ya dagirker ku li navçeya Raco rûda ye bi cesaret, wêrektî û bê ku dudilî bi ser dijmin de çû û heta kêliya dawiyê şerê qirkeran kir û bi wê ruhê xwe yê pêşeng gihîşt şehîd ket. Em weke Fermandariya YPG'ê ya Efrînê soza şopandina rêya Rêheval Ferhad û hemû şehîdên şoreşê didin û sersaxiyê di serî de ji malbata Rêheval Ferhad, ji gelê Maxmurê û hemû gelê Kurd re dixwazin.”