Nasnameya gerîlayek şehîd bûbû hate eşkerekirin

HPG a nasnameya gerîlayeke li Metînayê şehîd bûbû ragihand got: “Hevrêyê me Têkoşer ê weke ciwaneke Êzidî gihiştiye kesayetek netewî, jiyana wî ya têkoşer û milîtanîbûna Apoyî wê ji bo hemû ciwanên Êzidî her demê bibe mînak."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Me di daxuyaniya xwe ya 14’ê Gulana 2021’ê de ev gotibû; dagirkeran li Girê Zendûra ya Metînayê saet derdorî  10:00’an xwestibûn ber bi gundê Asûr û Kêste ve biçin, li vir di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar qewimîbû, hê jî didome. Me ragihandibû ku em ê agahiyên derbarê bûyerê de piştre bi raya giştî re parve bikin.

Di vî şerî de 3 dagirker hatibûn cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûbû. Hevrêyê me Tekoşîer jî bi cesaret û lehengiyeke mezin a bibe mînak, bi dagirekaran re sîng be sîng şer kir û şehîd bûbû.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Têkoşer Botan
Nav û Paşnav: Îbrahîm Elyas
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Navê Dayikê-BAv: Cemat Burco – Elyas Osman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 14’ê Gulana 2021 / Metîna

Hevrêyê me Tekoşer ê weke zarokeke civaka me ya Êzidî ku li ber zilmê, qirkirin û fermanan berxwedêr, li Şengalê hatiye dinê. Li Şengalê mîna ciwaneke bi rûmet ê Kurd, nasnamya Êzdatiyê parastî bi êrîşa qirker a sala 2014’an a faşîzma DAÎŞ’ê re rû bi rû ma. Milîtanê PKK’ê yên bûn rûyê pak ê mirovahiyê ku rûmeta gelê Kurd parastin, ev êrîşa qirkirinê rawestandin, ji bo carekî din civaka Êzidî di fermanan re neyên derbaskirin, ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê. Pêngava Azadkirina Şengalê ya bi pêşengtiya Fermandarên Fedayî yên Nemir Dilşêr Herekol û Egîd Civiyan destpê kir, encam girt, hebûna Êzidiyana a li Şengalê xistin di bin garantiyê de.

Hevrêyê me Têkoşer ê welatparêziya milîtanî ya PKK’ê dît, girêdanbûna jibo gelê Kurd û hemû gelên hejar, bê hesab têkoşînkirin û jiyana Apoyî dît, tevlî têkoşînê dibe. Hevrêyê me Têkoşer ê demekê di nava xebatên cuda de kar kir, piştî azadkirina Şengalê û şûnde, biryar da ku bibe Apocî û tevlî nava refên gerîla bû. Giha wê zanabûna netewî ku ji bo garantîkirina hebûna civaka Êzidî û azadiya wê ya mûtlaq, enceq bi azadbûna gelê Kurd û Kurdistanê pêkan e. Piştî digihêje çiyayên azad ên Kurdistanê û şûnde, di jiyana Apoyî de, pratîka kedê ya Apoyî, di nava têkiliyên hevrêtiyê de û bi taybet ji şehîdan bandor dibe. Hevrê Têkoşer salên ku PKK nasnekirî ji bo xwe salên winda dizane, bi vê ezîm û daxwazê tevlî kar dibe. Daxwaza wî ya herî mezin civaka Êzidî rastiya PKK’ê û Rêber Apo hê zêdetir binase bû û tevlî bibin. Felsefe û îdeolojiya Apoyî, hişmendiya netewî ya demokratîk, ji bo gelê Kurd û hemû gelan ku wê jiyana azad bîne ji dil bawer dikir û wisa girêdayî Rêber Apo bû. Hevêr Têkoşer ê tecrîda li ser Rêber Apo bi ti awayî qebûl nedikir, ji bo azadiya wî ya fîzîkî tişta ji desta dihat hemû hewldan dikir, li ser vî bingehî di pratîka xwe ya gerîla de jî nîşan dida.

Hevrê Têkoşer dema gihişte çiya, bi daxwaz û biryardariyeke mezin tevlî Pêngava Cenga Heftanînê bû û li Metînayê pratîk kir. Li dijî tevgera dagirkeriyê ya 23’yê Nîsana 2021’ê cihê xwe di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de girt, bi cesaret û vîneke ji pola, tevlî çalakiyan dibe. Herî dawî di şerê 14’ê Gulanê pêk hat de, gelek dagirker ceza kir û gihşte şehadetê.

Hevrêyê me Têkoşer ê weke ciwaneke Êzidî gihiştiye kesayetek netewî, jiyana wî ya têkoşer û milîtanîbûna Apoyî wê ji bo hemû ciwanên Êzidî her demê bibe mînak. Li ser vî bingehî di serî de ji malbata xwe ya bi nirx û hemû civaka Êzidî û gelê xwe yê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”