Nasnameya 13 şehîdên berxwedana Efrînê hate eşkerekirin

QSD'ê nasnameya 13 şervanên xwe yên li Efrînê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe El Nûsra/DAÎŞ'ê bi rengekî barbar, bi tank, top, balafirên şer û her cûre çekên giran êrîşî gund û bajarokên Efrînê dike.

QSD'ê ragihand, şervanên wan bi lehengiyeke mezin Efrînê diparêzin û di ber axa xwe re canê xwe feda dikin.

Di daxuyaniyê de nasnameya 13 şervanên ku di berxwedana serdemê de şehîd bûn hate eşkerekirin û hate gotin, "Yek ji van şehîdan, endama ragihandina YPJ'ê Rohenda Xemgîn e. Rohenda li ser xeta bavê xwe yê di berxwedana serdemê de şehîd bû meşiya."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re hate xwestin û soz hate dayin ku wê li ser şopa şehîdan heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û Efrînê biparêzin.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Bakur Efrîn

Nav û Paşnav: Hafiz Hesûn

Navê Dayikê: Enûd

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Cih û Dema Şehadetê: Cindirêsê / gundê Hemû 6’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Baran Mûrdem

Nav û Paşnav: Fayiq Hec Ebdo

Navê Dayikê: Gulayî

Navê Bav: Reşîd

Cihê Jidayikbûnê: Cindirêsê

Cih û Dema Şehadetê: Bilbilê / gundê Qaşa 7’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Cîhad Zorava

Nav û paşnav: Omer Mihemed Omer

Navê Dayikê: Hediya

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Cih û Dema Şehadetê: Bilbilê / gundê Qaşa 7’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Ebû Rîm

Nav û Paşnav: Hesen Nesrî

Navê Dayikê: Rebûa

Navê Bav: Silêman

Cihê Jidayikbûnê: Cindirêsê

Cih û Dema Şehadetê: Cindirêsê / gundê Xezawiyê 5’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Gerîla Stêr Çiya

Nav û Paşnav: Mewlîda Mihemed

Navê Dayikê: Ayişe

Navê Bav: Semîr

Cihê Jidayikbûnê: Mabata

Cih û Dema Şehadetê : Şêrawa / gundê Basila 9’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Munzir Tekman

Nav û Paşnav: Mihemed Bîngol

Navê Dayikê: Mesûda

Navê Bav: Atalah

Cih û Dema Şehadetê: Cindirêsê /  gundê Qîla 4’ê Adarêa 2018’an

***

Nasnav: Pêşeng Kurdistan

Nav û Paşnav: Ebdîn Ebdo

Navê Dayikê: Fayiza

Navê Bav: Hisên

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Cih û Dema Şehadetê: Derdora Şera / 2018

***

Nasnav: Qehreman Efrîn

Nav û Paşnav: Fîras Hisên

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Luqman

Cihê Jidayikbûnê: Raco

Cih û Dema Şehadetê : Raco / gundê Cela 6’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Rohenda Xemgîn

Nav û Paşnav: Şîn Kedro

Navê daiykê: Ayişe

Navê Bav: Mihemed

Cihê jêdaykbûnê: Heleb

Cih û Dema Şehadetê: Cindirêsê / gundê Kefer Sefra 10’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Rojhat Şêrawa

Nav û Paşnav: Beşîr Kele Xêr

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Omer

Cihê Jidayikbûnê: Şêrawa

Cih û Dema Şehadetê: Bilbilê / gundê Qaşa 7’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Rustem Cûdî

Nav û Paşnav: Abdulrehman Abdullah

Navê Dayikê: Meryem Xelef

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Cih û Dema Şehadetê: Şêrawa / gundê Meşelê 6’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Restem Cûdî

Nav û Paşnav: Rêzan Erebo

Navê Dayikê: Helîma

Navê Bav: Şahîn

Cihê Jidayikbûnê: Şêrawa

Cih û Dema Şehadetê: Mabata / gundê Bermecê 6’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Xebat Welat

Nav û Paşnav: Mistefa Cafer

Navê Dayikê: Hevroz

Navê Bav: Ebdo

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dema Şehadetê: Bilbilê / girê Ger 30’ê Çileya 2018’an