Namzetên HDP’ê bi gel re dicivin

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê, di serdanên ji bo gel û ensafan bi eleqeyek zêde tê pêşwazîkirin.

Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînên xwe yên bi gel re didomîne. Gel ê eleqeyek mezin nîşanî namzetan dikin, gazincên xwe yên ji AKP’ê vedibêjin.

MELETÎ

Namzetên HDP'ê yên Meletiyê li taxên Cemal Gursel, Kuyuonu û Aşagi Baglarê bi gel û esnafan re hatin cem hev. Namzetê HDP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin Yûsûf Bozkuş, Namzetê Hevşaredariya Battalgazî Rûken Bîlgîç û Huseyîn Kilinç bi tevlêbûna xwendekarên zanîngehê bi gelên taxê re hatin cem hev.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî bi heman armancê Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Faruk Îşlek, parlamenterê Bedlîsê Mahmut Celalet Gaydalî û rêveberên partiyê esnaf ziyaret kirin û li pirsgirêkên gel guhdar kirin.

BÊGIRÎ

Li navçeya Bêgirî ya Wanê jî bi heman armancê namzetên HDP'ê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan, li gundê Mezrê gundî ziyaret kir.

AGIRÎ

Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogar, projeyên xwe yên derbarê bajêr de eşkere kirin. Civîna eşkere kirina projeyan li otelekê hat lidarxisitin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dirayet Taşdemîr, parlêmerê HDP’ê Abdullah Koç, gelek nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û malbatên girtiyên di grevên birçîbûnê de, beşdarî civînê bûn.

Civîn piştî deqeyek rêgirtinê destpê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, di civînê de axivî û wiha got: “Zulkuf Gezen ji bo şikandina tecrîdê çalakî pêk anî. Em wî bibîr tînin. Em bang li tevahiya civakê dikin ku li dijî tecrîdê bibin deng û yek. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda li ser mirovahiyê ye. Hemû kesên dibêjin ez mirovim divê li dijî vê tecrêde derbikeve. Bêdengî mirine. Ji bo mirin zêdetir nebin, divê rêxistinên girseyê yên demokratîk dengê xwe bilind bikin.”

Namzetên Hevşaredarên Agiriyê jî, projeyên xwe yên derbarê bajêr de eşkere kirin. Namzetan, diyar kirin ku ew ê bi feraseta “Bajar têra xwe dike û jiyan lê dibe,” wê tevbigerin.

Piştî axaftinan projeyên namzetên hevşaredaran hatin rêzkirin.