Namzetê PADÊ li Tilizêr bi rengekî girseyî hate pêşwazîkirin

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de yên li Iraqê, namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş li navçeya Tilizêr a Şengalê bi mîtîngeke girseyî hate pêşwazîkirin.

Ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê ku wê 10'ê Cotmehê pêk were, li Şengalê karekî berfireh tê meşandin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi namzetiya Şêx Semîr Derwêş li gund, bajarok û navçeyên Şengalê karê hilbijartinê dike.

Doh jî li navçeya Tilizêr mîtîngeke girseyî hate lidarxistin. Ji gundewarên derdorê gelek kes tevlî mîtîngê bûn.

Namzetê PADÊ yê parlamenteriyê Şêx Semîr Derwêş li mîtîngê axivî û dilsoziya xwe ya bi civaka xwe re nîşan da û diyar kir ku wê heta dawiyê ji bo civaka xwe bixebite.

Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.