Namzeta Serbixwe ya Kerkûkê Şîrîn Abdulah projeya xwe ji bo Kerkûkiyan eşkere kir

Meclîsa Tevgera Azadî li Kerkûkê ofîsa xwe ya propagandakirina hilbijartinê vekir. Namzeta Serbixwe Şîrîn Abdulah bi hêjara 33 ya bazneya yekem, bi germî hate pêşwazîkirin. Abdulah projeya xwe eşkere kir.

Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) li Kerkûkê bi germî namzeta serbixwe Şîrîn Abdulah ya hejmar 33 a bazneya yekem a Kerkûkê pêşwazî kir. Heman demê ofîsa propaganday hilbijartinê jî vekir.

Di merasîma vekirina ofîsê de li gel hevserokên Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê, gelek welatî jî amade bûn û piştevaniya xwe ya ji bo namzeta serbixwe Şîrîn Abdullah dan.

Piştre Hevserokê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Sermed axivî û piştevaniya xwe ya ji bo Şîrîn Abdullah anî ziman. Sermed diyar kir ku wan serdana gelek namzetên serbixwe kiriye bê ka projeyên wan ên ji bo bajar di warê civakî û xizmetgorzarî de çine. Sermend destnîşan kir ku projeya parêzer Şîrîn Abdulah ji bo wan guncav bû û li gel proje û sîstema Tevger Azadî guncav e ji bo çareseriya pirsgirêkên bajarê Kerkûkê û got: “Ji bo wê piştevaniya namzeta serbixwe Şîrîn Abdula dikin.”

Piştî Sermed namzeta xwerbixwe Şîrîn Abdulah ya hejmar 33 a bazneya yekem a Kerkûkê axivî. Abdula destpêkê xwe da nasîn û piştre qala projeya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkên esasî yên li Kerkûkê kir. Abdulah diyar kir ku eger ew jî wê weke namzetên xwe hilbijêrin, wê li gorî projeya xwe çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê bike.

Di dewamê de namzeta serbixwe Şîrîn Abdulah bal kişand ser projeya xwe û çareseriya pirsgirêkên bajarê Kerkûkê.