Nameyên Haşîm Gezer nayên dayîn

Haşîm Gezer ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Elezîzê tê ragirtin diyar kir ku nameyên ji bo wî tên nadinê.

Birayê mezin ê Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê bi awayekî sîstematîk rastî êşkence û tecawizê hatibû û hat qetilkirin, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Elezîzê ya ku lê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtina heftane pêkanî.

Gezer di pêwendiya telefonê de diyar kir ku ji girtîgehên cuda bi sedan name ji wî re hatine şandin, lê name jê re nehatine dayîn.

Gezer ragihand ku gelek nameyên ku jê re hatine dayîn jî hatine sansurkirin û got, "Ji nameya ku ji sê rûpelan pêk tê 2 rûpelên ewil winda ne. Nîvê rûpela sêyemîn jî hatiye sansurkirin."

Haşîm Gezer ji kesên name şandin re silav şand.