MXDŞ li ser bûyerên dema dawî civiya

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser bûyer û provokasyonên dema dawî li Şengalê rû dan, bi rengekî awarte civiya.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser rewşa dawî û bûyerên diqewimin civîneke awarte pêk tîne. Civîna bi tevlîbûna endam û xelkê herêmê pêk tê û wê saet 9:00’ê sibehê destpê kir.

Di civînê de rewşa Şengalê, bûyerên dawî li Şengalê pêk hatî ten nirxandin. Hêjayê bibîrxistinê ye ku di van demên dawî de li ser rêya Til Izer du endamên şirta/polîsên Iraqê hatibûn kuştin, li herêma Şerfedînê seyareyek hatibû teqandin û herî dawî jî li herêma şêxanê oldarê Êzidî koçke mîran hatibû qetilkirin.

Desteya rêveber ji bo van geşedanan bi gel re binirxîne û bigihije encaman bi awayekî awarte civiya.

Hate diyarkirin ku di civînê de bûyerên dawî weke lîstok û plangeriyên tarî yên hêzên dagirker yên li ser Şengalê û destketiyên gel tên plankirin û wê nehêlin ku ev lîstok bigihijin armanca xwe.

Civîn di van kêliyan de hêj jî bir xandinên beşdaran didome.