MXDŞ: Em ê li hemberî vê êrişê jî heya dawî li ber xwe bidin

MXDŞ’ê diyar kir ku artêşa Iraqê mîna ku artêşa Tirk be tevdigere û got, "Ji bilî berxwedan, parastina civaka xwe û destketiyên vî gelî em ê tu rêyeke din hilnebijêrin."

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişa artêşa Iraqê ya li ser xalên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê ku ji doh ve destpê kiriye daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ev êriş ji aliyê PDK'ê û dewleta Tirk a dagirker we tê koordînekirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Wek tê zanîn civaka Êzidî di rojên dawî yên pêşwazîkirina cejna Çarşema Nîsanê de ye. Di van rojên derbasbûyî de civaka me ku ji ber çeteyên DAÎŞ’ê û siyasetên dijmin nekarî vegere Şengalê, bi hêviyeke mezin dixwest vê cejnê li ser axa bav û kalên xwe li Şengal a berxwedêr pîroz bike. Bi vê armancê gelê me amadekarî ji bo pîrozbahiya cejnê dikir. Lê doh êvarê hêzek ser bi Hikumta Kazimî bi mudaxaleya ser Seyterya Asayîşa Êzdîxanê a li  komalgeha Dugirê rê li ber şerî vekir.

Iraqê bê ku dan û standin bi rêveberiya me re bike, raste rast dest bi êrişê kir. Di vir de xelkê sivîl û endamên asayîşa Êzidîxanê birîndar bûn. Piştî wê xwestin navendên asayîşê bixin bin kontrola xwe, lê ji ber ku Asayîşa Êzdîxanê bi zanebûn tevgeriya li vir tu şer rû neda. Bi dan û standin hewl hate dan ku alozî bi dawî bibe. Lê doh saet di 02:00’ê şevê de komeke Artêşa Iraqê bi ser Asayîşa Êzdîxanê a li ser rêya Cidalê a li Nahiya Tilizêr de girtin.

Di encamê de careke din şer derket. Her wiha ev êrişa bi armanca şikandina îradeya civaka Êzidî bi Asayişa Êzidxanê re tenê sînordar nema û Iraqê hêzeke xwe sewqî herêmên di bin kontrola YBŞ û YJŞ’ê de kirin. Di encamê de şer derket. Êrişa artêşa Iraqê ya li ser hêzên me ên parastina Êzidxanê heye û heya vê kêliya em daxuyanî didin jî dewam dikin.

Li ser vî esasî em ji gelê xwe û dostên xwe re  diyar dikin ku ev êriş bi şêwazê herî hovane dewam dikin. Ev êriş pîlanên dewleta Tirk pêk tînin û dixwazin vîna gelê me bişikînin. Di vê êrişê de artêşa Iraqê weke ku Artêşa Tirk be tevdigere û xuya dibe ku ev êriş ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve tê koordînekirin.

Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji raya giştî re radigehînin ku çawa civaka Êzidî li hemberî êrişên DAÎŞ’ê li ber xwe dan û di 74 fermanên hatine ser civaka me de jî, me çok nedaniye, em ê li himberî vê êrişê jî heya dawî li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedan, parastina civaka xwe û destketiyên vî gelî em ê ti rêyeke din hilnebijêrin.

Em di dawiyê de bang li gelê xwe û her kesekî dikin li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Ev êrişa li ser Şengalê ji ferman û planên beriya niha û peymana 9’ê Cotmehê ne qutin. Piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî ya bi Erdogan re vê êrişê destpê kir. Lewma em bang li tevahiya ciwanên xwe dikin tevlî nava vê berxwdanê bibin û destek bidin hêzên xwe yên parastinê. Ev berxwedan wê heya serketinê dewam bike, ji ber ku beriya niha Iraq hatiye agehdarkirin li ser rûdana her aloziyekê ew berpirsyarin."