MXDŞ'ê ji bo meşa sibe ya li Şengalê banga tevlîbûnê kir

Li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê sibe li Şengalê meşek tê lidarxistin. MXDŞ'ê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.

Di salvegera 23'an a komploya navneteweyî de ku 15'ê Sibata 1999'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, sibe wê li Şengalê meşeke girseyî bê lidarxistin.

Meş wê bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) saet di 14:00 de li ser rêya Komalgeha Dugirê pêk were.

Meş wê heta korîdora mirovî ya ku 13'ê Tebaxa 2014'an ji aliyê gerîla û şervanan ve ji bo rizgarkirina Êzidiyan hatibû vekirin dewam bike.

MXDŞ'ê bang li xelkê Şengalê kir ku tevlî meşê bibin û komploya 15'ê Sibatê şermezar bikin.