MXDŞ'ê berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê silav kir

MXDŞ'ê berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê silav kir û destnîşan kir ku ew bi şervanên azadiyê re ne.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadê Zap, Metîna û Avaşînê û berxwedana hêzên gerîla ya li dijî van êrişan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew berxwedana li Zapê, Metîna û Avaşînê silav dikin û hate gotin, "Gelê me û hêzên ku di tunekirina DAÎŞ'ê de bi roleke mezin rabûn, li Rojavayê Kurdistanê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dibin hedefa êrişeke berfireh. Gelê me jî li her derê li kêleka hêzên xwe ye. Em niha li dijî dijminekî hov têdikoşin."

MXDŞ'ê diyar kir ku gef û êrişên li ser îradeya gelê Şengalê, êrişên li qadên gerîla, her wiha êrişên çekdarên bi navê Dîfa El Wetenî yên li Qamişloyê, hewldana ji bo bêbandorkirina YBŞ, YJÊ û Asayîşa Êzidxanê ji hev cuda nîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Şengalê êriş bi navê hikumeta Iraqê, li Rojavayê Kurdistanê jî bi navê hikumeta Şamê bênekirin jî di binê van êrişan hemûyan de dewleta Tirk a dagirker heye û hate gotin, "Ev êrişên ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin tesadufî nîne. Ev êriş dewama pêkanîna projeya Osmaniya nû ye."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi navê gelê Şengalê em bang li tevhiya Kurdan û azadîxwazan dikin û dibêjin; êdî dem hatiye ku gel sînorekî deyne pêşiya vê dagirkeriyê. Em xwedî li berxwedana gerîla derdikevin. Civaka Êzidî bi saya xwîna bi sedan şervan û gerîla azad bûye. Em berxwedana Metîna, Zap û Avaşînê bi rêzdarî silav dikin û dibêjin, em bi we re ne."