MXDŞ: Êrişên li ser Şengalê dewama komploya 15'ê Sibatê ye; em ê têkoşînê geş bikin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê li ser Şengalê têne kirin dewama komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe geş bikin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand.

MXDŞ’ê di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li hemberî civaka Êzidî û wiha berdewam kir: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û şagirtên wî bi sed hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar bûn. Ji bo parastina civak, çand, bawerî û axa xwe ya pîroz bi sedan şehîd hatin dayîn. Em wekî civaka Êzidî Rêber Apo hebûna xwe dibînin, ji ber ku bi saya fikrê azad ê Rêber Apo em li ser xaka xwe ya pîroz dijîn, xwe birêxistin dikin û daxwaza maf, azadî û xweseriya xwe dikin. Îro li Şengalê civaka Êzidî bi îrade û vîna xwe li ser paradîgmaya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo daye avakirin, xwe birêxistin dike û dibe hêz.”

MXDŞ’ê destnîşan kir ku ji ber bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pergala modernîteya kapîtalîst e, ev 23 sal in li Îmraliyê di hucreyeke yek kesî de tê girtin û bi van gotinan rexne li saziyên pêwendîdar kir, “Tecrîda girankirî ku tê meşandin jî li derveyî hiqûq û qanûna mirovahiyê ye. Lê mixabin saziyên mafê mirovan, CPT û dezgehên eleqeder li hemberî vê rastiyê bêdeng in, bi erk û berpirsyariya xwe ranabin. Ger ku ji fikir û ramanê Rêber Apo netirsiyana, heya niha Rêbertî di zindanê de nedihat girtin. Herkes dizane ku projeya Rêbertiyê ya çareseriyê, mifteya çareseriyê ye ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn û mirovahiyê.”

MXDŞ’ê di daxuyaniyê de her wiha bal kişand ser êrişên li dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê û sedem û armancê van êrişan wiha şîrove kir, “Li van herêman projeya neteweya demokratîk tê meşandin û li ser vê hîmê pergala xweseriya demokratîk tê avakirin. Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê û hêzên navdewletî pêk tîne, ji plan û komploya li ser Rêber Apo ne cûda ne û dewamiya vê komployê ne. Bi taybetî komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber APO û komploya 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê, mînakên vê rastiyê ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê komploya li hemberê Rêber Apo şermezar kir û ji bo têkoşîna sala nû ev peyam da; “Em komplo û tecrîda li ser Rêber Apo li ser xwe dibînin. Bi dîrûşmeya 'Kes nikare roja me tarî bike' û 'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye' em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Em soz didin ku heya Rêberê me dîlgirtî be em ê li ser piyan bin, têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Em heya dawiyê bawer in ku wê sala 2022’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wê ev komploya bêbext a li ser hemû mirovahiyê têk biçe."

Daxuyaniya MXDŞ’ê bi dirûşmeyên “Bimire Komploya 15’ê Sibatê”, “Bijî Rêber Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.