Mûazzez Orhan li dijî komkujiyan banga têkoşînê kir

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan li dijî komkujiyên gengaz bang li gelên Tirkiyeyê kir ku têbikoşin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, qetilkirina Denîz Poyraz û doza girtina HDP'ê ji ANF'ê re nirxand.

Mûazzez Orhan diyar kir ku her kes bi qetilkirina Denîz Poyraz êşiya û got, "Lê belê di herikîna dîrokê de li dijî gelê me û partiya me timî komkujî bû. Ev ne ya destpêkê bû, lê em hêvîdarin ku ji aliyê hêviya jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê ev bibe ya dawî. Sersaxiyê ji malbata Poyraz û gelên me re dixwazim."

Mûazzez Orhan diyar kir ku hêzên çep sosyalîst, rewşenbîr, gelên Tirkiyeyê divê êdî xwe bilivînin û got, "Ev êriş ne tenê kesekê, ne tenê li dijî HDP'ê ye. Welê li mirovan hatiye ku nikare ji bo xwe daxwazekê li desthilatdariyê bike. Mirovan êdî dest ji têkoşîna jiyanê berdaye, nikare ji bo debarê jî li ber xwe bide. Sedema vê yekê jî polîtîkaya tecrîdê ye. Divê haya mirovan ji vê hebe. Mirovên alîgirê aştî û demokrasiyê ji bo rizgariya ji vê zîhniyeta tarî divê bi hev re têkoşînê bimeşîne."

'KUŞTINA DENÎZ POYRAZ ÊRIŞEKE ORGANÎZEYÎ YE'

Mûazzez Orhan destnîşan kir ku qetilkirina Denîz Poyraz bûyereke yekane nîne û wiha dewam kir, "Şaş e ku weke tiştekî şexsî bê dîtin. SADAT rêxistineke çekdar e ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye qebûlkirin. Vê yekê înkar nakin, qebûl dikin. Ev kes li Rojava tevî çeteyên din tevlî şer bûne. Ev yek komkujiyeke ku li dijî aştî, demokrasî û jiyana bi hev re ya vî welatî hatiye kirin û hatiye plankirin. Divê ev yek bi her awayî bê eşkerekirin."

Mûazzez Orhan got, "Ev kes çawa çû Sûriyeyê, çawa vegeriya, bi hêsanî çawa dikare bikeve nava avahiya partiya me. Rê û rêbaza destgîrkirina wî jî her tiştî radixe pêş çavan. Xwendekarek dema ku desthilatdariyê rexne dike, deriyê mala wan tê şikandin û bi vî rengî tên destgîrkirin. Lê belê li wir komkujî hatiye kirin, lê polîs êrişkar hembêz dike û ji wir derdixîne. Bi hezkirin wî dibin. Em zanin bê Rojbîn Çetîn çawa hate destgîrkirin. Em li welatekî welê ne ku kesên tecawizkar bi hinceta 'nêzîkatiya baş' hatine berdan. Tiştên li vî welatî diqewimin ji polîtîkayên desthilatdariyê cuda nîne."

BANGA LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN

Têkildarî qebûlkirina îdîanameya ji bo girtina HDP'ê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve Mûazzez Orhan bi bîr xist ku doza ji bo girtina HDP'ê hate vekirin bi fermanê hate destpêkirin. Bi dewamî got, "Di vê doza ku bi fermanê hatiye destpêkirin de, dema ku mirov bala xwe dide ser siyaseta 19 salan a desthilatdariya AKP'ê dibîne ku Serokkomarek heye digot 'ez guh nadim Destûra Bingehîn'. Em ne li bendê ne ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi rengekî serbixwe biryarê bide. Hêviya me ew e ku ji bo vî welatî, dadgeha destûra bingehîn bi rengekî bêalî dosyayê binirxîne û biryarê bide. Di rewşeke berevajî de dikare welêt ber bi tarîtiyê ve bibe. Em tiştekî wiha naxwazin. Bendewariya me biryareke bêalî û rast e."

'LI DIJÎ KOMKUJIYAN EM TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN'

Mûazzez Orhan herî dawî got, "Divê em careke din bang bikin. Em bang li jin, kedkar û gelên Tirkiyeyê dikin: xwedî li ked û paşeroja xwe derkevin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan têkoşînê bimeşînin. Bêdengî bi kêrî kesî nayê. Em hemû di heman keştiyê de ne. Dema ku keştî noqî binê avê bû em ê hemû noq bibin. Yekane rê paşeroja aştî, biratî û ronahî ye û em bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku ji bo vê yekê tevbigerin."