Mûazzez Orhan: Heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, demokrasî û edalet pêk nayên

Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan ku li Wanê bi jinan re rûnişt, wiha axivî: "Heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, aştî jî nabe, krîza aboriyê jî çareser nabe, demokrasî û edalet jî nayê vî welatî."

Meclîsa Jinê ya Bajarê Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li saleke li bajêr bi jinan re civînek li dar xistin.

Tevî Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi sedan jin tevlî bûn. Jinên ku bi kincên gelêrî tevlî civînê bûn, li ber stranan govend gerandin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan li civînê axivî û diyar kir ku wan saleke nebaş li pey xwe hişt û destnîşan kir ku sala 2022'an wê ji bo jinan bibe sala azadiyê.

Mûazzez Orhan ragihand ku bi pêşengiya jinan têkoşîneke destanî hate meşandin û anî ziman, êrişên ku 100 sal in li dijî gelê Kurd têne kirin negihaştine armanca xwe. Mûazzez Orhan got, "Berxwedana Kurdan desthilatdariya zordar têk biriye."

Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan 3 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Ji hingî ve têkoşîna jinê mezin bû. Li dijî desthilatdarî û zîhniyeta serwer a mêr, jinan ti carî serî netewandin."

Mûazzez Orhan polîtîkayên li ser girtîgehan nirxand û got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye. Di şexsê Birêz Ocalan de dixwazin bêhnê li civakê diçikînin. Ji ber polîtîkayên şer pirsgirêka Kurd hînê nehatiye çareserkirin. Muxatabê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin ne aştî dibe, ne krîza aboriyê çareser dibe, ne jî demokrasî tê vî welatî, ne edalet pêk tê. Bingeha pirsgirêkan hemûyî tecrîda li ser Birêz Ocalan e."

Civîn bi stranan bi dawî bû.