MLKP-Kurdistan: Li dijî komployê divê em hemû li ber xwe bidin

Rêxistina MLKP-Kurdistanê got, "Welatparêz, demokrat, sosyalîst û welatparêzên sosyalîst divê li dijî komployê bibin yek, li ber xwe bidin. Heta ku tecrîd dewam bike, kes wê azad nebe."

Rêxistina MLKP-Kurdistanê ji ber salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komplo bi tecrîda giran dewam dike û hate gotin, "Berxwedana Ocalan û gelê Kurd komplo pûç kir. 23 sal in nekarîn Ocalan teslîm bigirin. 23 sal in nekarîn rêxistinên Kurd ên şoreşger bişikînin. 23 sal in nekarî şervanên Kurd têk bibin."

'HETA KU TECRÎD DEWAM BIKE KES NIKARE AZAD BIBE'

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Komplo di sala 24'an de jî dewam dike. Tecrîda li ser Ocalan girantir dibe. Dewleta Tirk a kolonyalîst bi hevkarên xwe yên emperyalîst re li dijî şervanên Kurd şerekî giran û qirêj dimeşîne. Tecrîda Ocalan a di esaretê de tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd di esaretê de. Tecrîda li ser Ocalan di esaretê de tê wateya koletî û tecrîdkirina feqîrên Tirk. Heta  Ocalan azad nebe Kurd azad nabin; Tirkên feqîr nikarin ji mêtinkaran û faşîstan xilas bibin.

Divê hemû welatparêz, demokrat, sosyalîst û welatparêzên sosyalîst li dijî komployê bibin yek, yekîtiya xwe xurt bikin, berxwedaneke mezin bilind bikin; li her derê divê serî hildin û têkoşînê mezin bikin.

Welatparêzên Sosyalîst divê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li her derê û bi her awayî li dijî komployê têbikoşin û komployê protesto bikin."