Mizrakli teblîgat îmze nekir: Meşrûiyeta wê tune!

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli teblîgata jikarstendinê îmze nekir û got “Ev ji bo min wê bibe tiştekî bêrûmet.”

Piştî ku bi fermana Wezareta Karê Navxweyî hevşaredar Selçûm Mizrakli ji kar hate stendin, polîsan dora şaredariyê girtin. Ketin û derketina avahiyê hate girtin û bariyer li ber şaredariyê hate danîn. Ablûka bi şev hate destpêkirin û saet 06.00’an de derî hatin şikandin. Li pêşiya şaredariyên Sûr, Yenîşehîr û li gelek cihên bajêr polîs hatin bicihkirin.

Dema ku polîsa di nav şaredariyê de lêgerîn didomandin, parlementerên HDP’ê, endamên meclîsê û partiyê hatin pêşiya şaredariyê. Destûr nehate dayîn ku hevşaredar û heyeta pê re têkevin şaredariyê. Piştre hevşaredar Mizrakli tevî alîkarê walî ketin şaredariyê.

TÊGEHA EDALETÊ HATE BINPÊKIRIN

Mizrakli piştî lêkolîna li nav şaredariyê tevî endamên HDP’ê li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyanî da.

Mizrakli got “Di 19’ê Tebaxê de li Tirkiyeyê nirxên demokrasiyê, rejîma hiqûqê û têgeha edaletê hate binpêkirin. Îradeya gel tune hatiye hesibandin û di şevekê de tê gotin ku ez ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ji peywirê hatime stendin.”

BELGE ÎMZE NEKIR

Mizrakli belgeya jikarstendinê ya îmze nekir û got “Wê bibe tiştekî bêrûmet ku ez li ser navê gelê ku ev îrade daye min, vê belgeyê îmze bikin. Nabe ku ez di nav normên hiqûqê de vî tiştî qebûl bikim. Li Wan û Mêrdînê jî hevşaredar ji peywirê hatine dûrxistin. Ev ji bo siyaseta Tirkiye û nirxên demokrasiyê erdhej e. Em ê li hemberî van tiştan di çarçoveya hiqûqê de nerazîbûna xwe bidomînin. Berê jî qeyûm hatibûn peywirdarkirin û fikarên me hene ku heman tişt were kirin. Ev hilweşandin li dijî demokratî û îradeya gel hatiye kirin. Heke li cihekî kêşeya mafê mirovan û kêşeya hiqûqê hebe, ev kêşeya hemû kesan e. Pergala van kesên ku hatine peywirdakirin wê di nav gel de tu meşrûiyeta wê tunebe. Ew tu carî bi ser neketin û wê bi ser nekevin.”

FARISOGÛLLARI: NAVÊ VÎ TIŞTÎ DAGIRKERÎ YE

Parlementerê HDP’ê Mûsa Farisogûllari jî diyar kir ku ev dagirkerî ye û got “Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye xespkirin. Navê vî tiştî dagirkerî ye. Em bang li hêzên demokratîk û gelê xwe dikin ku bila li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin. Heke bêdeng bimînin wê dor were ser Stenbol, Enqere û Edeneyê. Divê gelê me xwedî li îradeya xwe derkeve.”