Mizrakli: Îradeya gel hate xespkirin

Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ku ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ve li şûna wî qeyyûm hatiye peywirdarkirin got ku “Îradeya gel hatiye xespkirin.”

Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ku ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ji peywirê hate stendin û li şûna wî qeyyûm hate peywirdakirin diyar kir ku derbarê dûrxistina ji peywirê tu teblîgat ji wî re nehatiye şandin û got “Saet di 6’an de deriyê şaredariyê hatine şikandin û ketine şaredariyê. Ez ê bîsteke din biçim şaredariyê. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Em dibînin ku civak di warê demokrasî û nirxnên hiqûqê de derbarê qonaxeke din bûye. Ev helwest ne di Destûra Bingehîn de heye û ne jî xwe dispêre hilbijartinan.”

Mizrakli bang li gelên Tirkiyeyê kir û got “Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn, kes nikare bibêje ku ez di bin sîwana hiqûqê de me. Vê helwesta li ser şaredariyên HDP’ê divê mirov wekî helwesta li dijî mûxalefeta demokratîk bibîne. Îradeya gel hatiye xespkirin.”