Mîtînga Wanê: Ji bo aştiyê tu jî rabe ser pêyan!

Li Wanê mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê bi meşa ketina qadê re dest pê kir.

Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Wanê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter dest pê kir. Girseya ku li dervê qada mîtîngê li hev kom bûn, bi meşek girseyî ketin qada mîtîngê. Mîtînga ku di pêşengiya rêveber û endamên KESK, DÎSK TMMOB û parazvanên mafên mirovan de hat amadekirin, bi meşê dest pê kir. Girseya ku li pêş Navenda Plazaya Aydın Perihan kom bûn, bi dirûşmeyan ketin qadê. Hevşaredar û gelek jinên tev li korteja meşê bûn, cilên spî li xwe kirin û laçikên spî avêtin ser stûyên xwe. Jinan di meşê de pankarta "Li dijî şer ji bo aştiyê tu jî rabe ser piyan" vekirin û meşiyan. Dema jin ketin qadê girsê bi çepik û tîlîyan pêşwazî kirin.

Girseya HDP'ê jî bi pankarta "Li dijî şer, darbe û zordariyê tu jî deng bide aştiyê" vekirin û ketin qadê. Girse di 2 nokteyên cuda yê lêgerîna polîsan re derbasî qadê dibin. Girseya ku daket qadê û qad bi rengê spî xemilandin, dest bi govendê kirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik wê di mîtingê de biaxivin."

Mîtîng wê bi stranên Hunermend Mikaîl Aslan û Serhat Çarnewa bi dawî bibe.