Mîna navê xwe qehreman bû

Qehreman Hesekê ku pîvanên welatparêziyê û karakterê şoreşgerî yê Rojava bi xeta milîtaniya fedayî re kir yek û demeke dirêj têkoşiya, daxwazeke mezin a têkoşînê ji dilxwazên azadiyê yên vê serdemê re hişt.

Hevrêyekî ku perwerdeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Bakur xiste meriyetê, pratîka şerê gel ê şoreşgerî pejirand û bi ruhê fedayî di her kêliyê de ji hevrêyên xwe re bû mînak. Di heman demê de fermandarekî mînak: Qehreman Hesekê. Di 2'ê Îlona 2008'an de tevlî karwanê şehîdan bû.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser ê şehîd bû û ji fermandarên HPG'ê Botan Varto ku bi Qehreman Hesekê re têkoşiya, qala têkoşîna wî kiribûn.

MIROVÊ DOZÊ BÛ

Şehîd Azad Sîser li ser kesayetiya şoreşgerî û şervaniya Qehreman Hesekê wiha axivî bû:

"Mîna navê xwe qehreman bû. Bi dehan qehreman ketin hembêza vê xakê. Hin ji wan li ber me, hin ji wan di nava destên me de, hinek ji wan jî li ser çoka me. Wesiyeta dan û ber bi bêdawîtiyê ve çûn. Jiyan, têkoşîn û şêweyê şehadeta wî rastiyek li navê wî dihat. Taybetmendiya wî ya bingehîn ew bû ku mirovê dozê bû. Hevrê Qehreman herî zêde bi Rêbertî gelekî dilsoz bû. Bi bawerî û îradeyeke xurt ev yek di her kêliya jiyan û sekna xwe de nîşan dida. Ti carî dîlgirtina Rêbertî qebûl nekir. Ji bo bidawîkirina hevrêtiya lawaz bêteredût tevlî pêngava 1'ê Hezîranê bû. Nîşan da ku ew şagirtekî şareza yê Rêbertî ye. Bi durustî dilsozê dozê bû, milîtanê xetê bû. Bêdudilî pêwîstiyên xetê bi cih dianî, parêzvanê xetê bû. Mirovên dozê ji bo oxira mafdariya dozê her tiştê xwe feda dikin. Hevrêyê min Qehreman jî yek ji wan bû.

ÇALAKIYA FEDAYIYANE

Çalakiya wî ya dawî 2'ê Îlona 2008'an çalakiya serdegirtina qereqola Kîgî Tatwanê bû ku bi armanca tevlîbûna xurt a li pêngava payîzê ya HPG'ê hate lidarxistin. Fermandarê çalakiyê bû, lewma li refên herî pêş bû. Çalakî berfireh bû. Plana wê kiribû ku di kêliyekê û cihekî dijmin ne li bendê bû li dijmin bixe. Qehreman û hevrêyên li kêleka wî mîna Qehreman bi agirê tolhildanê dagirtî bûn. Mûnzûr, Sefkan, Ozgur û gelek hevrêyên din... Dema ku ji bo çalakiyê xatir xwest got, 'Sibê êvarê dema ku em bi serketineke mezin vegeriyan, em ê nîşanî dijmin bidin ku em çi ne û çawa tola hevrêyên xwe yên şehîd hiltînin'. Bi rastî jî çalakî bi ruhê fedayî kirin. Leşkerên dijmin bi hevalan hesiyan. Tevî vê yekê jî hevalê Qehreman û hevrêyên pê re mîna volkanekî bi ser dijmin ve teqiyan. Derbeke mezin li dijmin xist ku ew şoq kir. Di vê çalakiya êrişê de hevalê Qehreman birîndar bû. Tevî israra hevalan jî li ewlekariya hevrêyên xwe fikirî û bi gotina 'Bijî Serok Apo' bombeya xwe bi xwe ve teqand. Di heman êrişê de hevalên Ozgur, Mûnzûr û Sefkan şehîd bûn."

BI ŞOREŞGERIYA XWE YA BI PÎVAN Û DURUST BANDOR LI GEL KIR

Ji fermandarên HPG'ê Botan Varto jî bal kişand ser bandora Şehîd Qehreman a li ser gelê Bakur û qala karakterê wî yê şoreşgerî kir: "Hevrê Qehreman sala 1996'an hate qada Rêbertî û piştî ku perwerde wergirt weke taybetmendiyeke şervaniya xurt a Rêber Apo ber bi çiyê ve, ber bi qada pratîkê ve meşiya. Dilsoziya xwe ya îdeolojîk gelekî xurt bû. Bi têgihiştinî û giraniya berpirsyariya xwe ya rêxistinî li nava hevalan di demeke kurt de hate hezkirin. Li gel şert û mercên giran ên qada şer jî her tim bi coş û moral bû. Timî li pêş bû. Tevî ku Rojavayî bû bi hêsanî têkilî bi xelkê me yê li Bakur re danî. Gelek kesên ku ew nas kirin, ewqasî ketin bin bandora şoreşgeriya wî ya durust û bi pîvan, timî dipirsîn bê hevalê Qehreman li ku ye, rewşa wî çawaye?

Ji hevalan re gotibû, 'Ez ê bibim şopdarê dilsoziya bi asta îrade û kesayetiya hevalên Şehîd Serxwebûn û Şehîd Sorxwîn, ez ê li ser xeta wan bimeşim'. Bi gotina 'Azadiya Rêberê me û gelê me nêz e' tevlî kar bû û bi sekna xwe ya otorîter, rêzdar û bi rûkeniya xwe bû fermandarekî leheng.

HEM HEVRÊ HEM JÎ FERMANDAR

23'ê Hezîrana 2005'an nava rojê me li dijî dijmin şer kir. Şer heta êvarê dewam kir. Li 7 nuqteyên cuda piştî şer em bi sê koman cuda bûn. Di nava koma hevalê Qehreman de rewşeke neyînî rû nedabû. Jİ ber ku di mijara ewlekariyê de hîn bi baldarî tevdigeriya, windahî yan jî birîndarî di koma wî de nebû.

Di çalakiya dawî de jî bi rengekî baş bi rola xwe ya pêşengiyê rabû, çalakî bi ser xist lê belê şehîd bû. Beriya ku şehîd bibe got, 'Silavan li partiyê, Rêbertî, gel û hevrêyan bikin' û bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' şehîd bû. Weke milîtanekî hêja yê xeta milîtaniya Apoyî di dilê me de hate veşartin. Sekna milîtanî û berpiryariya bilind a wezîfe û kadroyê demê bi sekna xwe nîşan da û bû mînak ji me hemûyan re."