Weke bi hezaran ên mîna xwe, ber bi azadiyê ve meşiya

Hinek ji wan ne wêneyekî xwe ne jî dîmenekî xwe heye. Lê ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirin. Dozdar jî yek ji van bi hezaran şehîdên berxwedanê bû.

Peydakirina wêneyekî wî nepêkan bû. Ji ber ku wî li navenda şerê li Kurdistanê, li nava şert û mercên herî giran li Amed û Dersimê gerîlatî kir. Demeke dirêj li bendê bûm ku wêneyekî wî peyda bikim. Piştî sê salan min wêneyekî wî peyda kir. Di nava vê pêvajoyê de li ser taybetmendiyên wî yên karakterîstîk, fikir, sekni axaftin, pratîka wî yıa jiyanê, têkoşîn û wateya ku li şoreşê bar dike gelekî fikirîm.

Hêrsa wî ya mezin a li dijî dijmin, sekna wî ya wêrek û fedakar taybetmendiyên kesayetekî dijwar di nava xwe de vedihewand. Xwe ji bo gerîlatiyê amade kiribû. Hewl da bi rojan xwarinê nexwe, bi gotina 'gerîla li ser keviran radizên' ew jî li bajarên herî sar, li avahiyên herî sar, li wargehên xwendekaran ên herî sar, li odeyên herî sar, li nexweşxaneyên dewletê yên herî sar raza. Li wan bajarên sar ji xwe qirêjiya modernîteyê parast û Nîsana 2014'an li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Ya ku em hewl didin qalê bikin jiyan û têkoşîna ciwanê Êlihî Mehmet e. Dema ku tevlî nava refên gerîla bû navê Dozdar Ararat li xwe kir û dest bi gerîlatiyê kir. Bala Dozdar diçû ser wêje û dîrokê, bi taybetî jî li ser dîroka Kurd û Kurdistanê lêkoolîn dikir. Di heman demê de hewl dida rewşa heyî ya gel di nav de ye fêhm bike. Evîndarekî rastiyê bû.

GERÎLATIYA LI DERSIMÊ

Ji bo li Dersimê gerîlatî bê kirin, pêwîstî bi kûrbûn û sekneke cuda heye. Dersim cihekî welê ye ku bûyerên civakî û dîrokî lê gelekî kûr û giran e. Şopên komkujiyê hînê jê neçûye, civak hîn jî ji nava zext û zordariya komkujiyê rizgar nebûye. Gerîlatiya li nava civak û cografyayeke wiha ne hêsan e. Lê belê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ev bi ser xistin. Hem bi civakê re hem jî bi cografyayê re bûn yek û bi vî rengî bi ser xist.

Di salên 2013 û 2014'an de bi taybetî ji zanîngehên li Kurdistan û Tirkiyeyê ciwanên Kurd, Tirk, Çerkes, Ereb û ji gelek gelên cuda pêl bi pêl tevlî refên gerîla dibûn. Dozdar jî yek ji van ciwanan bû.

SEKNA DILNIZM Û FEDAKAR

Dozdar jiyan bi rengekî hevpare dijiya, jiyana wî çi ba, ew jî ew bû. Dilnizm û fedakar bû, bi her awayî alîkarî bi derdora xwe dikir. Ev jî dibû sedem ku li derdora xwe bê hezkirin û bibe cihê hurmetê. Dozdar zanîbû ku li ku çi bike, çi bêje, çawa bimeşe.

Li nava malbateke xizan û welatparêz a Êlihê bi hişmendiya Kurdîtiyê û welatparêziyê mezin bûbû. Armanca wî ew bû ku ji bo zarokan paşeroj û welatekî azad ava bike. Ji roja ku dest bi zanîngehê kir û pê ve ji bo vê armanca xwe hewl da. Ev hewldana xwe jî sala 2014'an li Newroza dîrokî ya Amedê bi cih anî.

MEŞA JI AMEDÊ BER BI DERSIMÊ VE

Dozdar piştî ku perwerdeya xwe ya şervanên nû li Amedê wergirt, xwe ji bo qada Şoreşa Rojava pêşniyar kir ku şer û êriş lê giran bû. Lê belê ev pêşniyara wî nehate qebûlkirin. Armanceke wî ya duyemîn jî çûyîna Dersimê bû, ku ji bo ê qadê hate wezîfedarkirin. Ev yek ji bo Dozdar di asta şoreşê de girîng bû. Bi coş û moraleke mezin ji Amedê berê xwe da Dersimê.

Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, nêzî 50 sal in şer, berxwedan û têkoşîneke giran dimeşîne. Dİ nava vê demê de bi hezaran jin û mêr ên ji gelên Kurd, Tirk, Ereb û gelên cuda ji bo azadiya gelan şehîd bûn. Wan ji bo xwe tiştek nexwestin û ji bo xwe nejiyan. Ew bûn azadî ji yên mayî re. Hinek ji wan ne wêneyek ne jî dîmenekî xwe heye. Lİ Kurdistanê ji bo jiyaneke azad têkoşiyan û dilekî leheng ji me re hiştin. Jiyana xwe ji bo vî gelî û welatî feda kirin. Dozdar jî bû yek ji hezaran şehîdên berxwedanê. Di 1'ê Mijdara 2017'an de li Dersimê şehîd bû. Dozdar di demeke gelekî kurt de hînî çiyê, gerîla, çek û şer bû. Zû şehîd bû. Em ê dilsozê bîranîn û rêya wî bin. Ne wî ne jî bi hezaran şehîdî em ê ji bîr nekin. Em ê welatekî azad diyarî zarokan bikin ku armanca wî bû.