Milîsên HBDH'ê li dijî wesayita polîsan çalakiyeke çekdarî kirin

Milîsên HBDH'ê li dijî êrişên li zindanan û komploya navneteweyî, li Amedê li dijî wesayiteke polîsên sivîl çalakiyeke çekdarî kirin.

Milîsên Mehmet Hanefî Bîlgîn ên HBDH'ê li Amedê li dijî wesayiteke polîsan a sivîl a li dewriyeyê digeriya çalakiyeke çekdarî kirin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyê ev agahî hatin dayin; "31'ê Çileya 2022'an saet di 01:30 ê şevê de li qada Kûrû Çeşme ya navçeya Baglar a Amedê, li hemberî wesayita polîsên sivîl ên li dewriyeyê digeriya, Milîsên me yên Mehmet Hanefî Bîlgîn ên HBDH'ê çalakiyeke çekdarî û bi fîşekê hewayî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de wesayitê derb xwar û ji herêmê çû."