Milîsên Çiyager ên HBDH’ê li Amedê li benda polîsan dan

Milîsên Çiyager ên HBDH’ê li Sûra Amedê bi teqemeniyên bi destan li bendeke polîsan da.

Milîsên Çiyager ên HBDH’ê di 9’ê Kanûnê de li baxçeyê paş Qereqola Sûrê ya li Sûra Amedê bi du teqemeniyên bi destan li kulûbeya nobetê ya polîsan da.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate gotin “Polîsên ku li bajarên me nobeta dagirkeriyê ya mêtingeriyê digirin, piştî teqînê bi tirs û panîk reviyane.

Hêzên mêtinger ên ku li hemberî Berxwedana Sûrê ya 105 rojan domiya bi hemû hêzên xwe êriş kiribûn.

Li van kulûbeyên nobetê yên li pêşiya kelehên mêtinger jî tirs li pey wan be. Li her kolaneke vî bajarî û li her berxwedanê ruhê fermandar Çiyager banga şer li Çiyagerên nû dike. Ji bo tevlêbûna têkoşîna şoreşa yekgirtî ya ku kabûysa hêzên faşîst ên mêtinger e, bang dikin.

Sûr tê wateya berxwedana destanî. Em bang li ciwanên Sûrê dikin ku pehînê li tabûreya rejîma mêtinger a faşîst bixin û li ser xeta şoreşa yekgirtî ya HBDH’ê têkevin nav hewldanan.”