Mikurhatinên nû yên rêveberên MÎT’ê
Rêveberên MÎT’ê yê ku ji aliyê HPG’ê ve di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê hatibûn girtin, têkildarî têkiliyên dewleta Tirk û çeteyên Nûsra-DAÎŞ’ê agahiyên girîng dan.
Rêveberên MÎT’ê yê ku ji aliyê HPG’ê ve di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê hatibûn girtin, têkildarî têkiliyên dewleta Tirk û çeteyên Nûsra-DAÎŞ’ê agahiyên girîng dan.
Rêveberên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel ên ku ji aliyê HPG’ê ve hatibûn girtin, têkildarî polîtîkaya Sûriyeyê ya dewleta Tirk li gelek tiştan mikur hatin
-Kîjan alîkarê musteşarê MÎT’ê têkiliya Nûsra û DAÎŞ’ê pêk tîne?
-Civîna ku li Antalyayê bi beşdariya Hakan Fîdan hatibû kirin, li ku û kîngê hate kirin?
-TIRên ku çek dibirin ji Sûriyeyê re ji aliyê kê ve hate organîzekirin? Çek li ku hatin barkirin?
-Komên çeteyan ên li Sûriyeyê xwe çawa birêxistin dikin?
-Li Enqereyê malên lêpirsînê yên MÎT’ê li ku derê ne?
-Bûyera rehîneyan a li Sefarerxaneya Mûsilê çawa çêbû? MÎT ji bo dîlan çawa bi DAÎŞ’ê re rûnişt?
-Çeteyê DAÎŞ’ê yê ku Hakan Fîdan ew teslîmî Îranê kir, kî ye?
-MÎT’ê, çima xebatkarên xwe yên hatine kuştin, ji raya giştî veşart?
Bersiva van pirsan bi îfadeyên rêveberên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel sibê (23.01.2018) di ANF’ê de ye…