Di Mijdarê de binpêkirina mafên rojnamevanan

DFG'ê ragihand Mijdarê 8 rojnameyan hatine destgîrkirin, 2 jê hatine girtin û ceza li 5 rojnamevanan hatiye birîn.

DFG’ê rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafan a derbarê rojnamevanan de eşkere kir û diyar kir ku 8 rojnamevan hatine destgîrkirin, 2 rojnamevan hatine girtin û li 5 rojnamevanan jî 20 sal û 3 meh ceza hatiye birîn.

 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Mijdarê ya derbarê binpêkirina mafê rojnamevanan de eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 91 rojnamevan girtî ne, di meha mijdarê de 8 rojnamevan hatine destgîrkirin û 2 rojnamevan hatine girtin. 
Her wiha di raporê de hat gotin di mijdarê de 2 rojnamevan bi tehdîdê re rûbirû mane, derbarê 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 12 rojnamevanan de doz hatiye vekirin. Di raporê de hat destnîşankirin k udi meha mijdarê de 20 sal û 3 meh cezayê zîndanê li 5 rojnamevanan hatiye birîn û darizandina 47 rojnamevanan jî bedewam kiriye. Di raporê de hat gotin di meha mijdarê de cezayê qûtkirina îlanê dane rojnameyekê û Desteya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) li 2 qenalên televîzyonê biriye û 30 nûçe û malperek înternetê ji gihandinê re hatine girtin.