Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya li Mexmûrê bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 11’emîn Mîhrîcana Çand û Wêjeyê ku her sal bi wesîleya 4’ê Nîsanê di roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, bi coşeke mezin di roja 2’an bi dawî bû.

Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh bi coş dest pê kir, îro bi dawî bû.

Bernameya Mîhrîcanê ya îro di saet 08:00’an de dest pê kir û heta saet 19:00’an bi hemû coşa xwe berdewam kir. Bi beşdarbûna hemû xwendevanên dibistanên seretayî, navîn, amadeyî, hemû şêniyên Wargehê,  mêvanên ji derve bi bilindkirina alayên HPG, YJA/STAR, YPG, YPJ, KCK, KJK û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîd Salih Kendal, Şehîd Nûrî Dersîm, Şehîd Jiyan, Şehîd Koçerîn  û posterên ku li ser ‘Rojbûna Rojê, bi giyanê berxwedana serdemê pîroz be’ hatibûn nîvîsin, hatin daliqandin. Mihrîcanê li navenda Saziya Çand û Hunerê heta derengiya  êvarê berdewam kir.

Piştî navbera nîvro pêşbirkên koma Şehîd Çiyager bi stranên xwe şêniyê Wargehê coşand, piştî koma Şehîd Çiyager, pêşbirkên dibistanên seretayî hate kirin.

 Piştî pêşbirka beşê zanistî ya xwedevanên dibistanên seretayî, pêşbirka xwendevanan ya govendê derket ser dikê. Piştre jî hunermend Ehmed Îke û hunermend Serdar Birîndar derketin ser dikê.

Piştî govendê şahiya 11’emîn Mihrîcana Çand û Wêjeyê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, ‘Bijî 4’ê Nîsanê’ û ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ bi dawî bû.