Mexmûriyan rê nedan dorpêçkirina wargehê

Hêzên hikumeta Iraqê danê sibehê ji bo wargeha penaberan a Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin ketin nava tevgerê. Xelkê wargehê dakete qadan û li ber vê hewldanê rabû. Biryardariya Mexmûriyan bi ser ket.

Hukumeta Iraqê ji bo ku derdora wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike îro di saetên sibehê de ketin nava tevgerê. Li hember van kiryaran ku li ser îradeya gelê wargehê hatin pêkanîn, xelkê wargehê di demjimêr 11:30’an de bi awayek girseyî heya baregehên hukumeta Iraqê meşiyan. Li ber deriyê ketina wargehê girse kom bû û li wir daxuyaniyek ji aliyê hevserokê Meclisa Gel Hecî Kaçan ve hat dayîn.

Daxuyaniyê de hat ragihandin ku girtina dora wargehê bi têlan dîlgirtin û esîrgirtina wargehê ye û wiha axivî: “Hêzên Iraqê bi armanca têlkirina dora wargehê bi hemû amedekariyan ketibûn tevgerê. Xwestin sozên ku dane berevajî bikin. Di civînên ku berê hatin kirin de behsa dorpêçkirina wargehê nebû. Lê îro dixwazin wargehê bi têlkirinê wek zindanek ser vekirî lêbikin. Ev durûtî û bê bextiye, wargeh xeta me ya sore em vê qebûl nakin. Eger carekdin kiryarek wisa were kirin wê bi xwe encamên xirab bi xwe re bîne. Ji bo vêna em zelalin, ger ew wisa berdewam bikin ew nîqaşên ku hatin destpêkirin emê bidin sekinandin. Me 27 salan hemû zor û zehmetiyên jiyanê kêşaye, me ambargo dîtiye, berdêl daye lê me sernizmî, koletî qebûl nekiriye û em qebûl nakin. Yên ku van kiryaran dikin li gor daxwazên dewleta Tirkiyê tevger dikin.”

Gel piştre ber bi seytereya Iraqê ve çûn, li wir jî şandeyek ji Iraqê bi wan re hevdîtin kir. Piştî wê li ser navê wargehê ji bo hevdîtinê şandeyek çû gel hêzên Iraqê. Piştî hevdîtina şandeyê ya bi berpirsê leşkerî ya Navçeya Mexmûrê Seîd Abdulah re, daxuyaniyek ji aliyê hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan ve hate dayîn. Kaçan destpêkê qala hevdîtina bi berpirsên Iraqê kir û got: “Me têkildarî rewşê bi berpirsê leşkerî yê Navçeya Mexmûrê re hevdîtinek pêkanî. Me di hevdîtina xwe de nerazîbûna gel ya li hember têlkirina dora wargehê ji wan re anî ziman û me got bi ti awayî em têlkirina dora wargehê qebûl nakin.”

Piştî daxuyaniyê gel bi drûşmeyên “Bijî Berxwedana Mexmûrê”, "Bijî Serok Apo" belav bûn.

Vê gavê rewşa wargehê asayî ye.