Mexmûrî li ber êrişên kîmyewî rabûn: Vîna gerîla ya ji pola wê bi ser bikeve

Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hêzên gerîla bi daxuyaniyeke girseyî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Vîna gerîla ya ji pola wê teqez bi ser bikeve."

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk ên kîmyewî bi daxuyaniyekê li ber deriyê avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hate şermezar kirin.

Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre bi navê şêniyên wargehê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera pêngava 'Dem Dema Azadiyê' de em wek gelê wargehê Rebêrtî, şervanên azadiyê û girtiyên zindanan silav dikin û em dibêjin wê paşeroj a gelê berxwedêr û hevgirtî be.

Berxwedana gerîla nêzî 5 meh pey xwe hişt. Dewleta Tirk çi rêbazên derveyî mirovatiyê ne mane ku li hember gerîla bi kar neaniye. Bi rojane li pêş çavên tevahiya cîhanê li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Di heman demê de ev êriş ziyaneke mezin dide xwezayê jî. Em wek gelê Kurd bi ti awayî van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Wê teqez vîna gerîla ya ji pola bi ser bikeve."

Îşlek herî dawî got, "Em wek gelê wargehê li hemberî van êrişan hemûyan em ê çalakiyên demokratîk bikin û li hemberî dijmin çokê danaynin. Li hemberî êrişên ku li ser xaka Iraqê tê kirin divê Iraq bi berpirsyariya xwe rabe."

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.