METRO: Divê rêz ji rojnamevanan re bê girtin, tavilê Rêbaz Hesen bê azadkirin

Serokê Navenda Parastina Mafê Rojnamevanan Diyar Mihemed, têkildarî destgîrkirina rojnamevan Rêbaz Hesen diyar kir ku divê hêzên ewlekariyê rêz ji rojnamevanan re bigire û tavilê Rêbaz Hesen divê bê azadkirin.

Serokê Navenda Parastina Mafê Rojnamevanan (METRO) Diyar Mihemed têkildarî destgîrkirina rojnamevan Rêbaz Hesen ê dema çalakiya protestokirina êrîşên dagirkeriya Tirk û destekkirina gerîlayên azadiyê ya li Silêmanî dişopand, ji ANF’ê re axivî.

Mihemed anî ziman ku dema ku rojmamevan çalakiyan dişopînin divê hêzên ewlekariyê rêz ji bo wan bigirin û got: “Divê rojnamevan û çalakvanan bi hev şaş nekirin. Divê ti astengiyek ji bo rojnamevanan neyê nîşandan. Li gorî qanûnê divê dema çalakiyan rêz ji rojanemvanan re bê girtin. Çalakî dibe bi destûr û dibe bê destûr be, mafê rojnamevaniyê li wir nayê rakirin, nayên girtin. Ji bo wê divê hêzên ewlekariyê tavilê rojnamevanê mijara gotinê berde.”

Mihemed têkildarî azadkirina rojnamevanê ANF’ê Rêbaz Hesen jî diyar kir ku ji saetên danê sibehê ve di nava hewldanan de ne got: “Ji bo çareseriya vê mijarê di nava hêzên asayîşê re di nava têkiliyê de ne.”