'Metirsiyeke mezin li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê heye'

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku li Iraqê eger rewş bi vî rengî dewam bike wê ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê metirsîdar be.

Li Iraqê, di 10'ê Cotmeha 2021'ê de piştî xwepêşandanên ku sê mehan dewam kir, hilbijartinên giştî yên pêşwext hatin kirin. Meclîs di 9'ê Çileya 2022'an de karîbû li hev bicive û Serokê Meclîsê û du alîkaran hilbijêre. Mûhammed Helbûsî yê Sûnî jinûve bû serokê meclîsê, Hakîm Zamlî yê Şîa û Şaxewan Abdullah ê PDK'î bûn alîkarên wî.

Hîn çar roj di ser re derbas nebûn, Dadgeha Federal a Iraqê karên Dîwana Serokatiya Meclîsê rawestand.

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku mesele digihêje heta dema beriya hilbijartinê.

Dr. Berwarî anî ziman ku bûyerên li Iraqê diqewimin encama lihevkirina sala 2021'ê ye ku li Urdun-Amman, Îmarat û Qatarê di navbera Kurdan, Erebên Sûnî û hêzên din de hate kirin. Dr. Berwarî diyar kir ku vê peymanê bandor li encamên hilbijartinê jî kiriye û destnîşan kir ku dema ew bala xwe didin ser kêmaniya tevlîbûnê, hingî eşkere dibe ku encamên hilbijartinê îradeya gelê Iraqê temsîl nake.

Dr. Berwarî li ser peymanên rojên dawî hatin çêkirin û metirsiya naveroka wan jî wiha axivî: "Peyman li dijî gelên Kurdistanê û Iraqê ye. Bi kombûna hin hêzên navxweyî bi Sadr re pêk hat. Pirsgirêkên mezin ên vê lihevkirinê ew e ku dikare li Iraqê bibe sedema rûdana şerekî. Di wê astê de xetereyên mezin di nav de heye. Ev siyaset û peyman, Kurd kir du-sê parçe, Sûnî û Şîa jî kir du-sê parçe. Herî zêde wê zerarê bide Kurdan. Ji ber ku Kurdan di nava 20 salên dawî de (Ji sala 2003'an û vir ve) tiştek ji bo xwe nekirine."

ZEHMET E KU XWE BIGIHÎNE HEJMARA 170 PARLAMENTERÎ

Dr. Berwarî destnîşan kir, ku acizî û bêzarî ji niha ve xwe nîşan dide, ji ber ku hemû li Meclîsê ne yek in û got, "Hinek piştgiriyê didin vê rewşê. Hinek jî bi rengekî eşkere li ber radibin. Li meclîsê pêwîstî bi 170 parlamenterî heye ku piraniya meclîsê ye. Hikumetek bi piştgiriya 170 parlamenterî bê avakirin wê karibe ji bo Iraqê û gelên Iraqê biryaran bide, lê belê zehmet e ku piştgiriya ewqas parlamenterî werbigire."

NAKOKIYA NAVBERA HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ

Dr. Berwarî destnîşan kir ku hikumeta nû ji bo karibe kar bike û Meclîs bixebite pêwîstî bi erêkirina Emerîka, Ewropa û hin hêzên herêmî heye û got, "Vê dema dawiyê bi taybetî di navbera hêzên herêmî yên weke Îran û Tirkiyeyê û Emerîka û Yekîtiya Ewropayê nakokî hene. Ji berê ve di navbera wan de nakokî hene, lê belê ev nakokî dema dawî zêde bûn. Ev nakokî li Bexdayê bi êrişên li ser cihên DYE û Koalîsyona Navneteweyî, her wiha êrişên li ser hin nuqteyên partiyên siyasî yên Kurd û Ereb xwe nîşan didin. Ev rewş dikare girantir bibe, ya metirsîdar jî ev e."

DERKETINA JI REWŞA HEYÎ ZEHMET E

Dr. Berwarî diayr kir ku rûniştian destpêkê ya meclîsê bi peyamên balkêş derbas bû û got, "Hinek bi kincên neteweyî çûbûn. Dirûşmên hinekan di ser Meclîsê re bûn. Hinekan kincên mîna kefen li xwe kiribûn; xwestin peyamê bidin ku ji şer û mirinê re amade ne. Di rewşa heyî de zehmet xuya dike ku li Iraqê hikumeteke neteweyî bê avakirin û welêt bi rê ve bibe."

HERSÊ ERK JÎ DIBE KU NEYÊN GUHERTIN

Dr. Berwarî li ser nêzîkatiya PDK'ê ya ku namzetê xwe ji bo Serokkomariyê eşkere kir , wiha axivî: "Sadr jî piştgiriyê nade namzetê PDK'ê Hoşyar Zebarî. Li hemberî namzetiya Zebarî ji niha ve 36 parlamenterî deklarasyonek weşandin. Lê belê dawiya dawî hersê erkên li Iraqê, Serokatiya Meclîsê, Serokwezaretî û Serokkomarî dibe ku weke xwe bimînin. Di rewşa heyî de guhertina rêveberên li ser hersê erkan zehmet tê dîtin.",

KAOS, HER WIHA ŞER LI BER DERÎ YE

Dr. Berwarî destnîşan kir ku destpêkirina vekişîna DYE'yê dibe ku pirsgirêkên giran bi xwe re bîne û got, "Piştî ku DYE'yê xwe vekişand, gelo yên ku anîn ser desthilatdariyê wê karibin bi rê ve bibin? Ji bo aştî, azadî û demokrasiyê wê karibin gavê biavêjin? Ev zêde pêkan xuya nake. Ji ber vê yekê krîz, kaos her wiha şerekî cidî li ber derî xuya dike. Ji gelên Başûr û Iraqê kes wê ji bandora vê krîzê nefilite. Tevî vê yekê jî rêveberiya Başûr bi ti awayî guh nade gel."

PROJEYA TIRKIYEYÊ Û RÛSYAYÊ

Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser rewatiya daxwazên gel û hevkariya Tirkiye û Rûsyayê bi bîr xist ku hem Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hem jî Başûrê Kurdistanê ji nêz ve eleqedar dike. Dr. Berwarî got, "Tirkiye û Rûsya li ser projeya rêya hesinî dixebitin ku ji Iraq-Sûriyeyê bigihêje Îmaratê. DYE û Koalîsyona Navneteweyî li ber vê projeyê radibin. Gelek hêzên Iraqê vê qebûl nakin. Kombûna meclîsê jî li dijî Şîan, encama lihevkirina navbera Baasiyan û hêzên nêzî Tirkiyeyê bû."