TAJÊ: Xweserî neyê qebûlkirin wateya naskirina jenosîdê nîne-NÛ BÛ

Bi pêşengtiya TAJÊ li navenda Şengalê ku weke şengala kevin tê zanîn bi tevlîbûna sedan jinî meşek ji bo statûya Şengalê û dijî fermanê hate kirin. Di meşê de hate gotin ku divê rêz ji vîna Şengalê re bê girtin û jenosîd bê erêkirin û xweserî bê nasîn.

Meş bi kombûna jinên Êzidî ya ji hemû deverên Şengalê ya navenda Şengala Kevin tê zanîn destpê kir.

Meş bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) tê lidarxistin. Di meşê de pankartên bi nivîsên ‘Yekîtiya û Têkoşîna Jinan Pêşîgirtina Fermanan Ne’ û ‘Bimre Xiyanet’ hatin vekirin û dîsa pankartên ku wêneyên ji fermanê û berxwedana YBŞ/YJŞ’ê tîne ziman hatin hildan û bê navber dirûşmên daxwaza statû û xweseriya Şengalê dike tên qîrkirin.

Dayika bi navê Emşê Xirmiş Elî di meşê de axivî û diyar kir ku ew li dijî fermanê kom bûne û got: “Dîmanên fermanê hê li ber çavê me ye, heta sax jî bin em ê ji bîr nekin. Em heqê xwe dixwazin. Daxwaza azadkirin keç û jinên Êzidî dikin. Daxwaz dikin ku yên destê wan di fermanê de hene di dadeheke navneteweyî de bên dadgehkirin. Her sal bi nêzîkbûna 3’yê Tebaxê re em dubare di bin feramanê re tên derbaskirin.”

Di meşê de daxwazên xweseriya Şengalê tê kirin, dîsa bagnên ji bo naskirina êrîşên qirker a li ser Êzidiyan weke jenosîd bê qebûlkirin û daxwaza azadiya jinên Êzidî tê kirin.

Jin di meşê de diyar dikin ku heta hemû jinên Êzidî yên dîlgirtî neyên azadkirin, wê dev ji têkoşînê bernedin.

Meş wê heta ber avahiya PADÊ dom bike û daxuyanî li vir bê dayîn.

Meş li ber derê avahiya PADÊ veguherî mîtîngê û li vir li ser navê TAJÊ daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hate xendin. Sebrî di daxuyaniyê de bal kişand ku di sedsala 21’ê de li ser civaka Êzidî jenosîdek hate kirin ku ti mînakên wê di dîroka mirovahiyê de nîne û ev hate gotin: “Bi sed hezaran Êzidî neçar man ku ji cih û warên xwe koçber bibin. Keç û zarok jî di nav de bi hezaran jin ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin. Dîsa bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi dehan gorên komî yên li Şengalê hene. Bi hezaran zarok û kal ji bo ji qirkirinê rizgar bibin, li ser rêya çiyayê Şengalê ji tîna û birçiya mirin. Bi dehan keçên Êzidî ji bo nekevin destê DAÎŞ’ê xwe di zinaran de avêtin.”

Sebrî qala bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî ya li ber jenosîda Êzidiyan kir û got: “ Van hêzan li ber jenosîda civaka Êzidî çav û guhê  xwe girtine, lal bûne. Civaka Êzidî taybet keç, jin û zarokên Êzidî wê xiyaneta PDK’ê qet ji bîr nekin. Ne tenê pêşmergeyên PDK’ê heman demê hikûmeta Iraqê jî xwe li ber Şengalê berpirsyar nedît û çavê xwe ji jenosîdê re girt.”

Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî diyar kir ku di wan rojên zor û zehmet de tenê şervanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên HPG/YJA Star û şervanên YPG/YPJ’ê bi hewara wan ve hatine. Sebrî anî ziman ku ji ber berxwedana şervanên azadiyê pêşî li qirkirina Êzidiyan hate girtin.

Sebrî wiha domand: “Qirkirin dikeve sala 7’an hê jî birîna Şengalê nehatiye kewandin û bi hezaran keç û jinên Êzidî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne. Tevî vê jî hê li tevahî cîhanê ev qirkirina li ser Êzidiyan hatî kirin nehatiye nasîn. Li Belçîka ferman hate nasîn, ev gavekî girîng e. Dîsa li cîhanê mijara naskirina jenosîdê tê nîqaşkirin. Lê li gel vê jî fermanên nû tên plankirin. Peymana 9’ê Cotmehê weke ferman dihesibînin. Ji bo ferman dubare nebin divê vîn û statûya Şengalê bê nasîn. Xweseriya Şengalê neyê nasîn ti wateya jenosîdê nîne. Divê Êzidî bi xwe çarenûsa xwe diyar bike. Em nêzî dawîbûna peyman Lozanê dibin. Guherînên mezin çêdibin. Ji bo ewlehî û mayîndebûnê divê vîna civaka Êzidî esas bê girtin.”

Herî dawî Berdevka TAJÊ Sebîhe Sebrê got: “Em jinên Êzidî soz didin ku em ê bi naskirin û xweseriya Şengalê bersiveke dîrokî bidin fermana 74’an û em ê bi îradeya xwe rê li ber jenosîdan bigirin.”