Meşa girseyî ya li dijî dagirkeriya Tirk a li Silêmaniyê dest pê kir

Li bajarê Silêmaniyê meşa girseyî ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk ku ji aliyê 10 partî û rêxistinên sivîl, her wiha kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvan ve hatiye organîzekirin, dest pê kir.

Li Başûrê Kurdistanê partî û rêxistinên wekî, Hîzbî Şuî (Komunîst), Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Yekîtiya Komunîstan, Tevgera Azadî, Gruba Heng, Rêxistina Sewz a Kurdistanê, Rêxistina Suriştî ya Kurdistan,

Asoyê Nû, Sekoy Dijî Dagirkerî, Desteya Destpêşxerî Bo Konferansî Niştimanî û kesayet, rojnamevan û çalakvan dijî dagirkeriya dewleta Tirk, di bin sîwaneya Navenda Navenda Karê Niştimanî hatin cem hev.

Navenda Navenda Karê Niştimanî dijî dagirkeriyê meşek girseyî organize kir. Meş di van kêliyan de li Şeqamî Salim (Saholeke) dest pê kir.

Di meşa ku Hevserokê Tevgera Azadî Mehemed Ebdullah, rêveber û endamên partî û rêxistinan, çalakvan û rojnamevan jî tevlî bûne de, dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana gerîla”, “Bo derewa, bo derewe spas Turkiya bo derewa”, “Bimre xiyanet” tên qîrkirin.

Meşa ku wê li Parka Azadî bi dawî bibe, didome. Piştî meşê wê daxuyaniyek were dayîn.