Mela Bextiyar: Eger pêwîst be, em amade ne hêzê bişînin Efrînê

Endamê Polîtburo ya YNK'ê Mela Bextiyar serdana Nûnertiya Kantonên Rojava ya li Başûrê Kurdistanê kir û got, eger rê hebe û bivê, ew dikarin hêzê bişînin.

Endamê Polîtburo ya YNK'ê Mela Bextiyar û berdevkê partiyê Sadî Ehmed Pîre ji ber êrîşên li ser Efrînê serdana Nûnertiya Kantonên Rojava ya li Başûrê Kurdistanê kir.

Heyeta YNK'ê ji aliyê Hevserokê Nûnertiya Rojava ya Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen û Nûnerên Kantonên Rojava ya li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb û Kelsûm Elî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî serdanê daxuyaniyek ji çapemeniyê re aht dayin. Mela Bextiyar da xuyakirin ku ew li dijî êrîşa li ser Efrînê ne û got, "Em bang dikin ku alî pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Bi rêbaza leşkerî çareserî nabe. Eger bibûya wê li Tirkiyeyê çareserî pêk bihata."

Mela Bextiyar bang li hemû hêzên li Başûrê Kurdistanê kir ku destekê bidin Efrînê û got, "Weke YNK em amade ne bi her awayî destekê bidin Efrînê. Eger rê hebe û pêwîstî pê hebe, em dikarin hêzê ji Efrînê re bişînin."

Cawîdan Hesen jî spasiya YNK'ê kir ji ber piştgiriya wan û got, "Gelê Efrînê bi îrade ye, wê li ber xwe bide. Ev şer dikare bibe firsend ji bo herêmên din ên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirkan de ne bên rizgarkirin."