Mehmûd: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya min bidome

Herêm Mehmûd ê ku li navçeya Kelar a herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 51 roj in di grevê de ye got; “Heta ku tecrîd neyê şikandin bi îradeyekî bihêz çalakiya min wê bidome.”

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Herêm Mehmûd ya li navçeya Kelar a herêma Germiyan ya Başûrê Kurdistanê di roja 51’an de didome. Tevî rewşa xirab a tenduristiyê jî Herêm Mehmûd bi biryardarî çalakiya xwe didomîne û têkildarî rewşa tenduristiyê ji ajansa nûçeyan a RojNewsê re axivî.

Mehmûd têkildarî rewşa tenduristiyê agahî da û got; “Çavên min zeyîf bûne û weke berê ez nabînim. Ez zêde nikarim kesan ji hev cuda bikim. Herwiha fizika min jî gelek lewaz bûye. Ez zêde nikarim xwe li ser piyê xwe bigrim. Nexweşiyên şeker û tansiyon jî çêbûne.”

Herêm Mehmûd herî dawî got; “Bi îradeyek bihêz û moralê çalakiya xwe didomînim. Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya min dewam bike.”

Gelek welatî û saziyên li herêma Kurdsitanê serdana Mehmûd dikin û piştgiriya çalakiyê dikin. Duh heyeta ji endamên Komîteya Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê pêk dihat serdana Mehmûd kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.