MED TUHAD-FED: Tedbîr tine, êşkence û zext hene

MED TUHAD-FED, anî ziman ku girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin, çawa ku tedbîr tine, êşkence û zext hene.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxaran a Med Mezopotamya (MED TUHAD-FED), binpêkirinên nava hefteyekê de ku têkildarî rewşa li girtîgehan amadekiribû eşkere kir.

Di daxuyaniyê de bal kişanin ser daxuyaniya Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) û ev hate gotin: “Me meha Remezanê di pêvajoya vîrûsa koronayê de pêşwazî kir. Yên ku zilmê dikin kî dibe bila bibi, polîtîkayên xwe yên zilmê bi kîjan hincetê şirove dikin bila bikin, divê erka sereke ya Misilmanan erka mirovahî be. Li ser vî esasî em hêvî dikin ku meha Remezanê bi tendurist û bereket derbas bibe.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikumet AKP’ê ya ku xwe weke misilman nîşan dide, di Meclîsê de bi MHP’ê re li hev kirin û bi derxistina paketa qanûna înfazê cudakarî kirin û bi hezaran mirovên ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin, terkî mirinê kirin. Ev nêzîkatî û cudakarî di tu ol û baweriyan de tuneye. Hemû çete, xespkar, sûcdarên rûreşiyê, tacîzkar û tecawîzkar berdan. Lê girtiyên siyasî bi talûke û rîska vîrûsê re rû bi rû hiştin. Bergiriyên li girtîgehan hatine girtin jî têrê nakin. Dîsa ketin û derketinên karmendan ên girtîgehan jî, ji bo girtî û hikumxwaran gefek mezin e.”

Di daxuyaniyê de binpêkirinên mafan, pirsgirêk û rewşên di girtîgehan de tên jiyîn wiha hat rêz kirin: “Li girtîgeha Edîrneyê, girtiyên ku dibin nexweşxanê, bêyî ku bên tedawîkirin cardin paşve dişînin girtîgehê. Mînak, girtiyê nexweşê Koah û dil Cevher Ay ji ber ku nebaş dibe wî radikin nexweşxanê, lê beyî ku wî derman bikin tenê êşbiranê didin û paşve dişînin girtîgehê. Li girtîgeha Bolûyê jî odeyên girtiyan nayin paqijkirin û dezenfekte kirin. Sabûn û amûrên paqiyê nadin girtiyan. Di heman demê de pêkanînên keyfî dewam dikin. Ligel ku girtî Alî Gurmez di hucreya yekesî de dimîne jî, gardiyan bi ser odeya wî de digirin, amûrên wî yên takekesî davêjin çopê û dermanên wî deste ser dikin. Girtî Nûrûllah Semo yê di heman girtîgehê de dimîne jî, rastî heqaret û gefên komek gardiyan tê. Hin caran jî rastî lêdan û îşkenceyê tê. Semo yê van pêkanînan gilî dike, cardin rastî zext û gefên heman koma gardiyenan tê û ji wî re tê gotin ku ‘Emê te ji vê dere bi saxî dernexin.’ Li girtîgeha Sîlîvrî jî, girtiyên nexweş di qawîşk ne paqij û bêhewa de tên girtin. Girtiyên nexweş ên divê her tim dermanên xwe vexwin ji bo ku 14 rojan di karantînayê de nemînin, naçin revîrê. Ji ber ku şert û mercên di karantînayê de mayîn ji vexwarina dermanan zortire. Zafer Saglam û Hamza Polat ên li girtîgeha Sîlîvrî dimînin, niha di karantînayê de tên girtin. Li girtîgeha Turkgolû ya Mereşê jî, Abdulsamet Dûrak di 18’ê Nîsanê de krîza dil derbas dike. Dûrak di dema darbaskirina krîza dil de rastî zextên derûnî yên giran ên rêveberiya girtîgehê tê û ji bo ku bimire tişta ji destê wan hatiye kirine. Dema wî birine nexweşxanê jî kelepçe ji destê wî vekirine. Bi heman awayî piştî anjiyo jî 3 rojan di beşa lezgîn de dimîne. Di vê pêvajoyê de jî destên wî tim kelepçekirî mane. Li girtîgeha Akhîsarê jî, mîna hemû girtîgehên din amûrên di kantînê de bi bihayek pir giran difişorin girtiyan.”

MED TUHAD-FED’ê, di dawiya daxwuyaniya xwe de banga hestiyariyê li raya giştî kir.