MED TÛHAD-FED: Li ser girtiyan êrişên mezin hene

MED TÛHAD-FED’ê diyar kir ku li girtîgehan zext û êriş zêde bûne û got “Bêdengî tê wateya hevkariya sûc.”

MED TÛHAD-FED’ê derbarê êriş û zextên li ser girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir bi hiqûqa Rewşa Awarte ya ku di 20’ê Tîrmeha 2016’an de dest pê kiribû û di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bûbû, li girtîgehan gelek bêhiqûqtî tê kirin û got “Piştre jî pandemî wekî firsendê hate dîtin û girtîgeh bûye qada tecrîdê.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Divê bi zelalî were diyar kirin ku pêkanîna cezayê di nav cezayê de tê kirin û hedefa sereke fikra azad e. Bi sedan serlêdaNên wekî hev tê kirin û ev jî diyar dike ku êriş zêde ne. Li hemberî van pêkanînên sîstematîk divê civak dengê xwe bilind bike. Ji ber ku bêdengî tê wateya hevkariya sûc.

Di 3 û 4’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Kirikkaleyê girtî sirgunî girtîgehên Tekîrdag, Kandira, Kiriklar, Sîlîvrî, Sîncan, Antalya û gelek girtîgehan hatine kirin. Ev sirgun wekî serdegirtinê hatiye kirin û girtiyan nekarîne rahêlin kincê xwe. Di serlêdanan de yên ku ji me re hatine û di serdanên parêzeran de jî hatiye dîtin ku li girtîgehan her cure maf tê binpêkirin. Di demên dawîn de polîtîkayên sirgunbûnê zêdetir dibe. Sewqên ji ber pandemiyê nayên kirin lê bi hinceta ‘ewlekariyê’ her cure polîtîkaya sirgunî tê pêkanîn. Ev jî di mînaka Girtîgeha Kirikkaleyê de tê dîtin. Bi polîtîkaya sirgunê re cezayên dîsîplînê zêdetir dibe û ev jî diyar dike tê xwestin têkiliya bi derve were qutkirin. Ev zextên ku dixwazin têkiliya girtiyan ya bi malbata wan qut bike û wan ji civakê tecrîd bike, bêhiqûqî ne. Di heman demê de dema girtî hatin sirgunkirin lêgerîna bi tazîtî li ser wan hatiye ferzkirin û girtiyên ku ev qebûl nekirine jî, hatine derbkirin.

Di heman de tê îddîakirin bi giştînameyeke ji Wezareta Edaletê li girtîgehên Riha û Tarsûsê qawîş hatine guherandin lê ev giştî bi awayekî hiqûqî nehatiye kirin.  Gardiyanan girtine ser qawîşan û bi darê zorê qawîş dane guhertin. Divê Wezareta Edaletê dev ji van kirinan berde. Divê cezayê di nav cezayê de were bidawîkirin.  Sirgun, êşkence, lêgerîna bi tazîtî divê were qedandin û desteya rewşa baş û girtiyên nexweş di serî de divê hemû pirsgirêk werin çareserkirin. Em bang li hemû kesan dikin ku li hemberî pirsgirêkan bihistyar bin.”