MED-DER: Hûn nikarin gav bi me şûve bidin avêtin

Di operasyonên roja Yekşemê ya li ser Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), de ji bo 11 kesên hatibûn destgîrkirin, daxuyaniyek hate dayîn.

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), têkildarî destgrîkirina hevserokê xwe Rifat Ronî li avahiya xwe civîna çapameniyê lidar xist. Endam û rêveberên MED-DER'ê beşdarî civînê bûn. Di civînê de rêveberê MED-DER'ê Rêzan Aktûlûm axivî.

Aktûlûm, diyar kir ku di 26'ê nîsanê de dîsa çavên xwe bi qirkirina siyasî, çandî û zimanî vekirine û wiha got: "Di serdagitina malan de tevî bi dehan sîyasetmedar û dildarên zimên, Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê Rifat Ronî jî hat destgîrkirin. Dildarekî zimên çima tê girtin. Xwedîderketin û parastina ziman û çandê çima we tengezar dike? Em bi armanca van operasyonan baş dizanin û em aşkera dikin ku ew ê tu dildarê/a zimên gaveke bi tenê jî paş ve navêje, dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir û bilintir bibe."

Aktûlûm, destnîşan kir ku bi serdegirtin û destgîrkirin nikarin xeta demokratîk kirîmînalîze bikin û wiha axivî: "Em dest ji daxwaza mafên xwe yên hatine binpêkirin bernadin. Em teslîmê pişaftinê nabin. Ji ber van sedeman em operasyonên kirkirinê qebûl nakin, em van operasyonan bi tûndî şermezar dikin û daxwaz dikin ku kesên hatine destgîrkirin demildest werin berdan."