MED-DER’ê çalakiyên ji bo 21’ê Sibatê da destpêkirin

MED-DER’ê îro li Amedê çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî da destpêkirin.

Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî , li Bazara Jiyanê ya li Baglara Amedê çalakiyên ji bo Hefteya Zimanê Zikmakî ya di navbera 17-23’ê Sibatê da destpêkirin. MED-DER’ê etîketên fêkiyan ên bi Kurdî li bazarê belav kir û xwest bi alayên ‘Ez bi Kurdî dijîm’ li bazarê bimeşe. Polîsan girse asteng kir lê girseyê astengiya polîsan derbas kir û heta bazarê meşiya.

Hevserokê Komeleyê Rifat Ronî li ber bazarê daxuyaniyeke kurt da û got “Ji bo ku em bala gel bikişînin ser ziman, em ê hefteyekê çalakiyên cihê li dar bixin. 90 sal in zimanê Kurdî qedexe ye û li ser wê zext hene. Ji bo ku zimanê me zimanê fermî û bijî, em ê xebatên xwe bidomînin.”

Girseyê li bazare etîkên bi Kurdî yên fêkiyan û alayên ‘Ez bi Kurdî dijîm’ belav kir. Esnafekî bi gotina ‘Bijî Kurd û Kurdistan’ girse pêşwazî kir. Girseyê li bazarê etîket belav kir û ji bo tevlêbûna çalakiyên hefteyekê bang kir.

Çalakiyên MED-DER’ê wê heta 23’ê Sibatê bidome.