MED-DER: Dest ji înkarê berdin, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi cih bînin

Hevserokê MED-DER'e Rifat Ronî bi wesîleya sala nû ya perwerde û hîndekariyê daxuyaniyek da û bang li dewleta Tirk kir ku dest ji asîmîlasyon û înkarê berde û sîstema perwerdeyê ya bi pirzimanî bixe meriyetê.

Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) têkildarî sala nû ya perwerde û hîndekariyê ku 6'ê Îlonê dest pê kir, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li avahiya MED-DER'ê ya li navçeya Peyasê ya Amedê hate dayin û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl lê amade bûn.

Li maseya ku daxuyanî lê hate dayin pankarta bi nivîsa "Perwedeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye."

Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî anî ziman ku di sala nû ya perwerde û hîndekariyê de bi milyonan zarokên Kurd û gelên cuda wê ji nedîtî ve bên û Tirkî li van zarokan bê ferzkirin.

Rifat Ronî bal kişand ser zextên li girtîgehan ên li ser Kurdî û got, "Yên ku dixwazin xwe bi Kurdî biparêzin gelek caran têne astengkirin. Li girtîgehê nivîsandina bi Kurdî qedexe ye. Pirtûkên bi Kurdî nadin. Axaftina bi Kurdî dibe mijara lêpirsînê û ceza tê birîn."

Rifat Ronî got, "Ne kêm ne jî zêde, divê daxwaza perwedeya bi zimanê dayikê ya Kurdan û gelên li derveyî Tirkan bê bicihanîn."

Rifat Ronî bang li dewletê kir ku dest ji înkar û asîmîlasyonê berde û got, "Bila sîstema perwerdeyê ya bi pir zimanî bi cih were anîn. Bila lêborîn ji zarokên Kurd bê xwestin ku 98 sal in mafê wan têne binpêkirin. Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin."