Meclîsa Xweser bang li Êzidiyan kir ku li Şengalê vegerin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bang li Êzidiyan kir ku li Şengalê vegerin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku 23'ê Tîrmeha 2021'ê Kongreya xwe ya 4'emîn li dar xist, civîna xwe ya destpêkê ya rêveberiya nû doh pêk anî. Hevserokên meclîsên herêman tevlî civînê bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Êzidxanê dest pê kir û piştre rapora Desteya Rêveber a li ser du mehan hate xwendin.

'KOLETÎ LI ŞENGALIYAN FERZ KIRIN'

Hevserokê MXDŞ'ê Merwan Bedel bal kişand ser krîza siyasî û îdarî ya li Iraqê û got, "Li Iraqê krîzeke siyasî û civakî heye. Rêya çareseriyê ya ku desthilatdarî pêşkêş dike ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Desthilatdarî baweriya xwe bi hikumeta heyî nîne."

Bedel bal kişand ser kiryarên PDK'ê yên li ser Şengalê û got, "Ji sala 2003'an heta 2014'an Şengal ji aliyê PDK'ê ve hate birêvebirin û Êzidî tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Ji ber vê yekê jî li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr komkujî hate kirin. Ji bilî koletiyê rêyeke din li pêşiya Şengaliyan nehiştin. Ji ber vê yekê jî xelkê Êzidî peymana 9'ê Cotmehê qebûl nake. PDK'ê 11 salan Êzidî bi kar anî, piştre jî ew radestî DAÎŞ'ê kirin. Lewma rêveberiya wan qebûl nake."

'EM HEBÛNA PDK'Ê QEBÛL NAKIN'

Ji rûspiyên eşîra Mala Zero Şêx Şemo jî li civînê got, "Ji her maleke Êzidî, ji ber PDK'ê 10 kes kete destê DAÎŞ'ê. Ji ber vê yekê em hebûna PDK'ê ya li Şengalê qebûl nakin. 100 wekîlên mîna Miheme Xelîl jî bên em ê destûr nedin ku bên Şengalê."

Endama Meclîsa Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Kinê jî bal kişand ser têkoşîna li Şengalê û got, "Li her devera cîhanê mafên jinan têne binpêkirin. Li hemberî vê yekê jî jin ji bo azadiyê têdikoşin. Em jinên Şengalê ji bo welatê xwe, şehîdên xwe, doza xwe têdikoşin. Em ji vê derê ji dil silavan li berxwedêrên li çiyayên azad dikin."

Di civînê de bang li Êzidiyên koçber hate kirin ku li Şengalê vegerin.