Meclîsa Tendirustiyê ya KCD’ê: Li hemberî tecrîdê em têkoşînê geş bikin

Meclîsa Tendirustiyê ya KCD’ê li hemberî tecrîda li Îmraliyê û êşkenceya li hemû girtîgehan tê kirin, banga geşkirina têkoşînê kir.

Meclîsa Tendirustiyê ya KCD’ê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Tecrîda ku li girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û li hemû zindanan domiya, bi hinceta pandemiyê zêdetir û girantir bû û veguherî cezakirineke sîstematîk û êşkenceyê. Li hemû dinyayê bi pandemiyê re ji bo parastina tendirustiya şexs û civakan bihistyarî û seferberî ava bû lê rayedarên hikumetê li Tirkiyeyê ji bo zêdekirina zextên li ser girtiyên siyasî ev tişt wekî hincet ji xwe re bi kar anî.

Di dema pêvajoya şewbê de randevû hatin betalkirin, miayeneya bi kelepçe û karantînayê re, di warê sewqa ji bo nexweşiyan û tedawiyan de pirsgirêk ava kirin. Girtiyên nexweş ên ku bi koronayê ketine, hê jî nikarin tiştên hewce bixwin. Di lêgerînên nav hucre û saxtîkirina girtiyan de gardiyan maske û lepikan bi kar naynin, mesafeyê naparêzin û dema ku girtî wan hişyar dike yan jî li hemberî vî tiştî îtîraz dike jî li ser girtiyan lêpirsînên dîsîplînê tê destpêkirin. Girtî mecbûr in maskeyan deynin ber devê xwe lê gardiyan bê maske ne û tu tevdîrê nastînin û tendirustiya girtiyan dixînin xetereyê. Hevdîtinên bi malbatan û nameşandin tê astengkirin û dixwazin têkiliya bi derve ya girtiyan qut bikin. Di heman demê de nivîsên ji bo saziyên taybet û daxwazname nayên şandin, mafê spor û sohbetê nayê bikaranîn, mafê bêhnstendinê tê astengkirin, di kantînên girtîgehê de buha zêde bûne û firotina hinek tiştên hewce jî qedexe ye. 

HER ROJ NÛÇEYÊN ÊŞKENCEYÊ TÊN

Miameleya xeran zêdetir bûye û pê re jî nûçeyên mirinê tên. Bi taybetî li hemberî zarok û jinan êşkence û miameleya xerab zêde bûye. Di heman demê de kapasîteya girtîgehan tijî bûye û ji ber vê jî di warê tendirustî, bêhnstendin, hîjyen û têkiliyê de li ser girtiyan zexteke mezin ava dike. Di têketina girtîgehê de jî lêgerînên bi tazîtî, odeyan bi sînger û şîddeta ku li cihên ku kamera nabîne û şîddeta di dema hevdîtinên bi malbat û parêzeran  û sewqên nexweşxaneyan de zext û şîddet û êşkence tê kirin.

Herî kêm du hezar girtiyên nexweş û 600 girtiyên bi nexweşiyên giran hene. Temenê 5 hezar girtiyan li ser 65’an de. Di sala 2020’an de 64 û di 6 salên dawîn de jî 103 girtiyan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane. Ligel ku girtiyên nexweş ji nexweşxaneyan raporên ‘nikarin di nexweşxaneyê de bimînin’ distînin jî, Saziya Tipa Edlî bi biryarên siyasî yên li dijî zanist, tib û hiqûqê, destûrê nade ku girtiyên nexweş bên berdan. Em bang li gelê xwe dikin ku bila hevgirtina bi girtiyên siyasî zêdetir bikin û li hemberî tecrîdê em rêxistinbûna xwe xurttir bikin. Em careke din desthilatdariyê hişyar dikin û bang dikin, girtiyên nexweş û kal û pîr di serî de, divê girtiyên siyasî werin berdan. Divê êşkence û tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî jî biqede.”