Meclîsa Hewlêrê êrîşên Tirkiye û Îranê kir rapor

Komîsyona Taybet a Parlementoya Herêma Federe ya Kurdistanê rapora xwe ya li ser êrîşên Tirkiye û Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku bi sedan gund hatine valakirin û gelek sivîl şehîd bûne.

Roja 29’ê Hezîranê Parlamentoya Herêma Kurdistanê 3 şandeyên cuda ku ji lîjneyên pêşmerge, hundirin, asayîş, meclîsên xwecihî û peywendiyan pêk dihat, ji bo serdana sînorên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bikin erkdar kir. Ji bo ku encamên dagirkeriya dewleta Tirk û topbaranên Îranê rapor bikin. Di 4- 5 û 6’ê Tîrmehê de serdanên xwe pêk anîn. Îro jî rapora ku hatibû amadekirin xistin ber destê serokatiya parlamentoyê û giftûgo li ser hate kirin.

Li gorî raporê zerer û ziyanên ku di encama êrîşên dewleta Tirk û topbaranên rejîma Îranê de çêbûne wiha ne;

PARÊZGEHA HEWLÊRÊ

Navçeya Mêrgesor: ji 73 gundên li ser sînor nêzî 55 gund vala bûne. Ji salên derbasbûyî ve ta niha bi dehan kes ji ber bombebaranên Tirkiyeyê şehîd bûne. Di encama van êrîşan ziyanek mezin bi pûş, pawan, bax û rezê deverê ketiye. Tê gotin bi dehan milyon dolar ziyan bi welatiyên deverê ketine.  Ji salên derbasbûyî ve ta niha bi hezaran pez û sewalên welatiyên deverê ji ber bombebaranên dewleta Tirk telef bûne. Her wiha bi hezaran welatiyên deverê ji ber valakirina gundan koçber bûne.

Navçeya Çoman: Nêzî 15 gundên li ser sînor vala bûne. Ji salên derbasbûyî ta niha bi dehan welatiyên deverê ji ber topbaranên Îranê û bombebaranên balefirên Tirkiyeyê şehîd û birîndar bûne. Di encama van êrîşan de gelek pûş, pawan, bax û rezên welatiyan şewitîne. Bi hezaran pez û sewalên welatiyan di encama êrîşan de telef bûne. Bi hezaran welatiyên deverê ji ber valakirina gundan koçber bûne.

Bajaroka Sîdekan: Nêzî 104 gund vala bûne. Gelek bax, rez, pûş û pawanên welatiyan ji ber topbaran û bombeberanan şewitîne. Bi dehan kes şehîd û birîndar bûne. Ziyan bi hezaran pez û sewal ketiye. Bi deh hezaran welatî koçber bûne.

Bajaroka Rewandiz û nahyeya Wertê: Gundê Zargelê û Bokrîsan vala bûne. Bi dehan kes şehîd û birîndar bûne. Bi sedan kes koçber bûne. Gelek rez û baxên welatiyan şewitîne. Bi sedan pez û sewalên welatiyan telef bûne.

PARÊZGEHA SILÊMANIYÊ:

Îdareya herêma Çwarta: Di 25’ê Hezîrana 2020’an de di saet 18:00’an de ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve gundê Kunemasî hate bombebaran kirin. Wesayîtek ji cûrê pîkap hate hedef girtin. Di encama vê êrîşê de 7 welatî birîndar bûn, 4 ji wan yên heman malbatê bûn û 3 kes jî ji malbataek din bûn. Hemû xelkê gundê Kunemasî bûn. Di encama vê êrîşê de bi behayê 25 milyon dînar ziyan bi dikan û xaniyên derdorê ket.

Qezaya Mawat: Di encama êrîşek ya balefirên dewleta Tirk de navenda tendirûstî ya gundê Sefre rûxiya. Ziyanek mezin bi xeta sereke ya elektrîka gund ket. Ji ber êrîşê piraniya xaniyên gund derizîn.

Navçeya Pêncwên: Di meha Tîrmehê ya sala 2015’an de nahiyeya Nalparêz ji aliyê Îranê ve hate topbarankirin. Di encama topbaranê de gelek rez û baxên welatiyan şewitîn. Niha ji aliyê dewleta Îranê ve astengî ji bo cotyarên gundên Helalawe, Cumeres, Tutman û Katîsêf derdixin û destûr nadin herin ser zeviyên xwe yên çandiniyê.

PARÊZGEHA DIHOKÊ

Navçeya Zaxo: Bi dirêjahiya 400 kîlometran û firehiya 15 kîlometren hêzên Tirkiyeyê derbasî nava sînorê navçeya Zaxo bûne. Roja 5’ê Hezîrana 2020’an nêzî 669 top, 70 muşek li gundan ketine. Ji sala 1992’an ve nêzî 50 kes şehîd û birîndar bûne.

Destpêkê tenê 4 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li navçeyê hebûn, lê niha hejmara wan gihiştiye 18 baregehan.

25 gundên ser bi nahyeya Derkarê hatine topbarankirin, bi sedan donim genim şewitîne û nêzî 200 cotyarên deverê ji ber ziyanên mezin gihiştine wan nikarin vegerin ser erdên xwe.

Li nahyeya Batîfa 13 gund hatine topbarankirin 27 gund vala bûne.

Ziyanek mezin bi sektora geştiyariyê ketiye, ku debara 400 malbatan li ser vê sektorê ye. Her wiha bi sedan donim zevî şewitîne. Ji bo zanîna ziyanên madî pêwîstî bi lijneyek taybet heye.

Navçeya Amêdî: Navçeya Amêdiyê ji bo geştiyariyê cihek bi nav û deng e. Bi giştî li sînorê navçeya Amêdiyê 348 gund hene, ji vana 198 gund vala bûne. Heya niha li sînorê navçeya Amêdiyê 28 kes şehîd bûne û 4 kes jî birîndar bûne. Nahiyeya Çemankê dikeve jêra çiyayê Garê, nêzî 100 kîlometran ji sînorê Tirkiyeyê dûr e. 72 gundên wê hene û ji sedî 80’yê van gundan vala bûne.

Li nahyeya Kanî Masî nêzî 17 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Ji 76 gundan 6 gund vala bûne. Li van gundan di sala 2018’an de nêzî 3500 malbat jiyan dikirin, niha tenê 700 malbat têd e mane.

Li naheya Şêladizê ji 92 gundan nêzî 85 gund vala bûne.

Li nahyeya Dêrelokê, ji 56 gund û komelgehan tenê di 14 gund û 2 komelgehan de welatî dijîn.

Navçeya Akrê, Nahyeya Dînarte: Ji ber êrîşên dewleta Tirk ziyanek mezin gihiştiye nahyeya Dînarte. Ji 91 gundan nêzî 24 gund vala bûne û gundek din jî ji ber topbaranê dewleta Tirk metirsiya valakirinê li sere. Ji sala 1966’an ve 9 şehîd û 21 birîndar hene.

Navçeya Şengalê: Di nava du salên derbasbûyî de ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran hatiye bombebaran kirin.

PARÊZGEHA HELEBCE:

Nahyeya Biyare (Sînorê Hewreman): Ji ber ku nahiyeya Biyare dikeve ser xeta sînorê Iraq û Îranê gelek caran hêzên Îranê li sînorê Qelemrû astengiyan ji cotyaran re derdixin nahêlin biçin ser rez û baxên xwe.

Her wiha ava qirêj ya gelek gundên dikeve sînorê Îranê têkelê nava ava paqij ya gundên nahyeya Biyare dibin. Ev jî bi xwere metirsiya derketina nexweşiyan tîne.

ENCAM

Ji ber bombebaran û topbaranan ziyanek mezin gihiştiye gund û deverên dikevin ser sînor.

Ji ber êrîşên Tirkiye û Îranê bi sedan gund vala bûne, bi sedan zeviyên çandiniyê bax û rez şewitîne.

Ji ber êrîşan bi hezaran kes bêkar mane. Her wiha gelek cihên geştiyarî ziyan dîtine û ev jî bûye sedema kêmbûna dahatê.

Her wiha ji ber van êrîşan ziyanek mezin bi jîngeha Herêma Kurdistanê ketiye.”

Di raporê de êrîş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê hatin şermezarkirin û hate gotin bi behaneya PKK’ê û PJAK’ê dewleta Tirk û Îran êrîşê ser xaka Herêmê û xelkê sivîl yê Herêma Kurdistanê dike. Her wiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan li gel hikûmeta federal a Iraqê dest bi danûstandinan bike.