Meclîsa Gel a Sinûnê ya ku hatibû bombekirin, ji nû ve tê avakirin

Meclîsa Gel a Sinûnê a nêzî Şingalê ku dewleta Tirk a dagirker ew bombe kiribû, ji nû ve tê amadekirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de bi balafireke bê mirov a bi çek êrîşî avahiya Meclîsa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikanên derdorê kirîbû. Di encama êrîşê de zarokê bi navê Salih Naso û welatiyê bi navê Îbrahîm Derwêş şehîd bibû. Di êrîşê de rojnamevanek bi giştî 6 kes birîndar bûbûn.

Meclis ji aliyê Şaredariya Rêveberiya Xweser ve careke din ji nû tê avakirin. Pêngava avakirina Meclîsa Gel a Sinûnê îro dest pê kir. Ji bo avakirina Meclisê xelkê Şengalê serdanek kir û bi daxuyaniyekê pêngava avakirinê hate destpêkirin.

Di serî de Endamê Meclisa Gel a Sinûnê Sîdo Elî axivî û diyar kir ku bi armanca belavkirina rêxistina wan êrîş li ser meclisê pêk hatibû. Sîdo got; “Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn lê ev yek me natirsîne û nabe sedem ku em dest ji karê xwe berdin. Em spasiya gelê xwe dikin ku îro li vir amade ne û piştgiriya me dikin.”

Endama Tevgera Azadiya jinên Êzidî Şemê Remo jî axivî û got:“Bila dijminê ma bizane em ji tank, top û balefirên wan natirsin. Çi dikin bila bikin em ê dest ji kar û xebatên xwe bernedin. Heya dawî em ê li ser vê xetê bin.”

Piştî daxuyaniyê gel tevî endamên meclisê û endamên Şaredariya gel a Sinûnê dest bi paqijiya meclisê kirin.